Koçberekî Kurd ket nav lista bacdayerên herî mezin ên Fînlendayê

Çi çêbû?
Karsazê Kurd Saber Kurdistanî ji dahata xwe ya salane zêdetirî 16,8 milyon euro bac da. Li gorî Rêveberiya Bacê ya Fînlendayê, ew yekem koçber e ku ji derveyî Ewropayê hatiye û gihiştiye vê rêzbendiyê.
Li gorî daneyên ku Rêveberiya Bacê ya Fînlendayê roja Şemiyê, 21ê Mijdara 2026an eşkere kirin, karsaz Saber Kurdistanî di lista bacdayerên herî mezin ên welêt de di rêza sêyem de cih girt. Bi vî awayî ew bû yekem koçberê ku ji derveyî parzemîna Ewropayê hatiye û di tomarên darayî yên ji raya giştî re vekirî de gihiştiye van rêzên jorîn.
Li gorî hejmarên fermî, Kurdistanî ji dahata xwe ya salane ya ku ji 42,5 milyon euroyî derbas dibe, zêdetirî 16,8 milyon euro bac da. Ew di listeyê de li dû damezrînerê şirketa Wolt Miki Kuusi û damezrînerê şirketa ewlehiya siberî F-Secure Risto Siilasmaa hat.
Zêdebûna dahata kesane ya Kurdistanî li dû gereke mezin a finansekirinê hat. Di wê gerê de şirketa teknolojiyê Hostaway ji şirketeke veberhênanê ya Amerîkayê nêzîkî 350 milyon euro wergirt. Vê gerê nirxa bazarê ya şirketê gihand yek milyar dolarî.
Kurdistanî 15 sal berê wek xwendekarê zanîngehê di warê telekomunikasyonê de hatibû Fînlendayê. Sala 2015an ew yek ji damezrînerên Hostawayê bû. Ev şirket birêvebirina milkên kirê yên demkurt otomatik dike. Şirket bi platformên cîhanî yên wek Airbnb û Booking.com re girêdaneke dijital pêk tîne. Navendeke fizikî ya Hostawayê tune ye. Ew bi 350 karmendên xwe yên ku li nêzîkî 45 welatan belav bûne, modeleke kar a bi tevahî virtual bi kar tîne. Ew zêdetirî ji sedî 99ê dahata xwe ji bazarên Amerîkaya , Ewropa û Awistralyayê bi dest dixe.
Di dema pandemiya Kovid-19 de, ji ber sînordarkirinên rêwîtiyê, şirketê nîvê dahata xwe winda kir û rastî zehmetiyên mezin hat. Rêveberiyê kadroya xwe ya bingehîn parast û planên xwe yên firotinê ji nû ve saz kirin. Şirketê sala 2023an 163 milyon euro veberhênan kom kir. Li dû wê, finansekirinên din ên rekor hatin.
Tevî samana ku bi dest xistiye, Kurdistanî jiyaneke sade dijî. Ew berdewam piştgiriyê dide koçberan û li karsaziyên ên nû veberhênanê dike. Kurdistanî diyar kir ku hilgirtina pasaporteke ku ji Îranê hatibû wergirtin, berê bûbû sedema sînordarkirinên rêwîtiyê. Li gorî wî, vê pasaportê çûyîna wî ya Amerîkaya Bakur zehmet kiribû û nehiştibû ku ew bi tîmên xwe re rû bi rû bicive.
Wî got ku ew ji encamên tundkirina yasayên koçberiyê li Fînlendayê bi fikar e. Li gorî Kurdistanî, sînordarkirinên ku zêde dibin û zehmetbûna avakirina torên karî yên pîşeyî dikarin rê li ber karsazên biyanî bigirin û şansê dubarebûna serkeftinên bi vî rengî di pêşerojê de kêm bikin.