Partiyên kurd li dijî Umit Ozdag gilînameyê amade dikin

Çi çêbû?
Partiyên kurd ên di bin banê Hevbendiya Neteweyî ya Kurdistanê (Hevbendî) de xwe amade dikin ku li dijî tehdîtên Serokê Giştî yê Partiya Zaferê (Zafer Partisi) Umit Ozdag (Ümit Özdağ) serî li rêya hiqûqî bidin. Rêveberên Hevbendiyê ragihand ku ew ji tehdîtên Ozdag natirsin û dê doza xwe heta dawiyê bidomînin.
Serokê Giştî yê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), yek ji pêkhateyên Hevbendiyê, Mustafa Ozçelik (Mustafa Özçelik) got ku ew ê li dijî Ozdag pêvajoya qanûnî dest pê bikin. Ozçelik diyar kir ku Şêx Seîd û Seyîd Riza serê xwe netewandin û got ku ew ê berevaniya doza kurd heta dawiyê bidomînin.
Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel jî tekez kir ku ew ê tevî tehdîtan gav paş ve neavêjin. Bozyel got ku ew dixwazin hebûna gelê kurd were naskirin û Kurdî wek zimanê fermî û zimanê perwerdeyê were qebûlkirin. Wî her wiha got ku ew daxwaz dikin ku li Tirkiyeyê sistemeke federal a li gorî avahiyeke pirneteweyî û pirzimanî were avakirin.
Lê Bozyel got ku kesên wek Umit Ozdag bi zimanê jenosîd û mirinê tehdît dikin. Wî her wiha got ku ew bi eşkereyî dibêjin ku tiştên ku hatin serê Şêx Seîd û Seyîd Riza dê werin serê wan jî.
Pêvajoyek tê meşandin ku hikûmeta Tirk navê Tirkiyeya bê teror lê kiriye û DEM Partiyê jî ew pejirandiye. Ozdag ji destpêkê ve li dijî vê pêvajoyê derdikeve. Ozdag di axaftineke xwe ya li Enqereyê de Hevbendî, ku avabûna wê di 9ê Mijdarê de li Amedê hatibû ragihandin, kir armanc. Rêveberên Hevbendiyê gotinên Ozdag, ku çarenûsa rêberên kurd Şêx Seîd û Seyîd Riza bi bîr dixistin, wek tehdîta kuştinê nirxandin.
Ozdag di axaftina xwe de got ku ew şîraniya bi qeymax nadin wan, lê ew ê heman tiştê ku Gazi Mustafa Kemal Ataturk bi Şêx Seîd û Seyîd Riza kir, bi wan jî bikin. Wî her wiha got ku ew destûrê nadin ku ev welat parçe bibe.
Hevbendiya Neteweyî ya Kurdistanê bi biryara hevpar a partiyên siyasî yên kurd, tevger, kom, rêxistinên civaka sivîl û kesayetên serbixwe hate avakirin. 170 siyasetmedar beşdarî konferansa damezrandinê bûn û encumeneke 51 kesî hate pêkanîn.