Encumena Niştimanî ya Kurdî li Taxa Kurdan a Şamê qursa zimanê Kurdî vekir

Çi çêbû?
Rêxistina Şamê ya Encumena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) li Taxa Kurdan a Şamê, paytexta Sûriyê, dest bi yekemîn qursa zimanê Kurdî kir. Bi dehan niştecihên taxê yên ji temenên cuda beşdarî vekirina qursê bûn.
Endamê rêxistina Şamê ya ENKSê Husên Misto got ku bi dehan zarok û mezin beşdarî qursê bûne. Li gorî agahiyên ku Misto dan, hinek mêvan û mamosteyên Kurdî jî beşdarî merasima vekirinê bûn. Misto diyar kir ku di merasimê de hat gotin ku zimanê dayikê beşek ji nasname û hebûnê ye.
Mamosteyên Kurdî Mihemed Silêman û Mihemed Ebdo ragihand ku heta niha 30 kesan xwe li qursê tomar kirine. Herdu mamosteyan got ku ew hêvî dikin ku hemû Kurdên Şamê rû bidin fêrbûna zimanê xwe yê dayikê. Mamosteyan got ku ew dixwazin zarokên Kurd ji derfeta fêrbûna vî zimanî bêpar nemînin.
Rolyan Hebeş, yek ji beşdarên qursê, got ku siyasetên rejîma berê gelek Kurd ji zimanê ê dayikê dûr xistine. Hebeş got ku ew dixwaze zimanê xwe ji nû ve fêr bibe û dîsa bi dest bixe. Hebeş got ku ew dixwaze dîsa bi nasnameya xwe re eleqedar bibe. Hebeş her wiha got ku ew ji ber rejîmê ji zimanê xwe dûr ketin û îro vedigerin ser wî. Hebeş tekez kir ku ew ê ji bo xurtkirina wî, bêtir axaftina bi Kurdî û parastina wî bixebitin.
Hebeş spasiya ENKSê kir, ji ber ku derfeta fêrbûna ziman pêşkêş kiriye. Hebeş bang li xwendekaran, ciwanan û hemû Kurdên ku Kurdî dizanin an nizanin kir ku beşdarî qursê bibin. Hebeş xwest ku her kes piştgiriyê bide ji nû ve bidestxistina nasname û zimanê dayikê.
Rejîma Baasê ya berê bi salan siyasetên cudakar meşandin. Tevî vê, niştecihên Taxa Kurdan hê jî bi nasname û çanda xwe ya Kurdî ve girêdayî ne. Qursên Kurdî ji bo zêdekirina bikaranîna ziman û veguhestina wî ji bo nifşên nû derfetek pêşkêş dikin.