Rêveberê Nahiyeya Qoretû: Li Perwêzxanê boriya neftê tune ye
1 xulek xwendin

Çi çêbû?
Serdar Mihemed, rêveberê nahiyeya Qoretû ya ser bi Îdareya Germiyanê ve li Herêma Kurdistanê, nûçeyên hin dezgehên medyayê red kirin. Ev dezgeh li Îraq û Herêma Kurdistanê weşanê dikin. Di nûçeyan de hatibû idiakirin ku li herêmê boriya neftê heye. Serdar Mihemed daxuyaniya xwe roja Şemiyê, 28ê Mijdara 2026an da.
Li gorî Serdar Mihemed, li deriyê sînorî yê Perwêzxanê û di nav sînorên nahiyeya Qoretû de tu boriyeke neftê tune ye. Serdar Mihemed got ku vîdyo û wêneyên ku hatine belavkirin, bi rastiyê re li hev nakin. Wî her wiha got ku tu bingeha van dîmenan tune ye. Serdar Mihemed destnîşan kir ku ev dikeve nav sînorên herêmeke din.