Wezîrê Çandê yê Libnanê dibêje ku ew rêzê li ziman û çanda kurdî digirin

Çi çêbû?
Wezîrê Çandê yê Libnanê Xesan Selame radigihîne ku pirtûkên kurdî yên li Beyrûtê, paytexta Libnanê, hatine çapkirin, hatine anîn Hewlêrê, paytexta Herêma Kurdistanê. Pirtûk ji bo Pêşangeha Navneteweyî ya Pirtûkan a Hewlêrê hatine şandin. Pêşangeh dê roja Çarşemê, 21ê Cotmehê, deriyên xwe vebike.
Selame berî pêşangehê li ser weşangeriyê, adeta xwendinê di serdema dîjîtal de û pêwendiyên çandî yên di navbera her du bajaran de axivî. Wezîr dibêje ku weşanxaneyên libnanî bala xwe didin pêşangehê. Li gorî wî, kevneşopiya weşangeriyê ya bi kok a Beyrûtê dê di vê pêşangehê de jî xuya bibe.
Selame cihê welatê xwe yê di weşangeriyê de rave kir û got ku Libnan navendeke mezin a weşangeriyê ye. Wî diyar kir ku loma li ku derê weşanxaneyeke libnanî hebe, ew jî wek wezîrê çandê li kêleka e.
Wezîr diyar dike ku wî bi xwe bang li weşangeran kiriye ku bêtir weşanxaneyên libnanî beşdarî pêşangeha li Hewlêrê bibin. Wî her wiha got ku ew ê bi dîtina weşanxaneyên ku navenda wan e di Pêşangeha Navneteweyî ya Pirtûkan a Beyrûtê de gelekî kêfxweş bibin.
Selame behsa nêzîkatiya xwe ya li hember civaka kurd a ku li Libnanê dijî û li hember çanda kurdî jî kir û got ku Destûra Bingehîn a Libnanê azadiya raman û derbirînê bi her zimanî garantî dike. Wî avahiya pirçandî ya welatê xwe anî ziman û got ku herçend zimanê wan ê fermî erebî be jî, li welatê wan kêmneteweyên ku bi zimanên cuda diaxivin hene û ew rêzê li hemûyan digirin. Wezîr diyar dike ku çapkirin û belavkirina azad a weşanên kurdî li Beyrûtê nîşaneyeke berbiçav a vê têgihiştinê ye.
Li gorî Selame, şoreşa teknolojîk xwendin kiriye tiştekî qutbûyî û demkî. Wezîr îdîa dike ku ev rewş bi taybetî zirarê dide şiyana zarokan a komkirina balê. Selame dibêje ku heke ew bixwazin şiyanên hişî û kapasîteya ramana kûr a zarokên xwe biparêzin, ew neçar in ku xwe bispêrin pirtûkê. Wî got ku pirtûk amûreke mûcîzeyî ye ku dikare xwe li gorî her serdemê biguncîne. Selame her wiha got ku loma li ku derê pêşangeheke pirtûkan hebe, bê guman ew ê li wir be.