Marco Rubio bi Netanyahu re axivî
1 xulek xwendin

Çi çêbû?
Hat diyarkirin ku Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio bi Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu re bi telefonê hevdîtinek pêk aniye.
Li gorî çapemeniya Îsraîlê, Rubio di 6ê Cotmeha 2026an de dema ku diçû Îslandayê û di balafirê de bû, gazî Netanyahu kir û bi telefonê bi wî re axivî.
Di derbarê wê yekê de ku di hevdîtinê de çi hatine nîqaşkirin, tu hûrgilî nehatin parvekirin.