Here naverokê
BakurSiyaset

MGK: Di pêvajoya Tirkiyeya Bê Teror de pêşketin hatiye bidestxistin

2 xulek xwendin
MGK: Di pêvajoya Tirkiyeya Bê Teror de pêşketin hatiye bidestxistin

Çi çêbû?

Encumena Ewlehiya Neteweyî ya Tirkiyeyê (MGK) bi serokatiya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan civiya. Civînê du saet û 20 deqîqeyan dom kir. Piştre daxuyaniyeke neh xalî hat weşandin.

Li gorî daxuyaniya MGKyê, derbarê çalakiyên ku li dijî PKK/KCK-PYD/YPG, FETO û DAIŞê tên meşandin de agahî pêşkêşî Encumenê hatin kirin. Encumen li ser pêşketinên dawî yên navneteweyî jî hat agahdarkirin.

Pêvajoya ku hikûmeta Tirk navê Tirkiyeya Bê Teror lê kiriye û DEM Partî jî erê kiriye, di navbera dewleta Tirk û PKKyê de didome. MGKyê ew pêşketinên berbiçav nirxandin ku di xebatên derbarê pêvajoya Tirkiyeya Bê Teror û armanca Herêma Bê Teror de hatine bidestxistin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku çalakiyên di çarçoveya Qanûna Xurtkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekgirtina Civakî de dê bi biryardarî berdewam bibin.

Encumenê ragihand ku bi tu awayî destûr ji avahiyên sûcê organîze yên ku ewlehiya can û malê welatiyan dikin hedef re nayê dayîn.

MGKyê diyar kir ku divê hevkariya bi welatên cîran Sûriye û Îraqê re di hemû waran de were pêşxistin. Li gorî daxuyaniya MGKyê, Tirkiye dê ji bo pêşerojeke ewle, bi istiqrar, hemûgir û bi refah li erdnîgariya hevpar xebata xwe berdewam bike.

Encumenê ragihand ku di mijarên Rojhilatê Deryaya Navîn û Deryaya Egeyê de nêzîkatiya li ser bingeha diyalog û diplomasiyê dê were parastin. Encumenê her wiha diyar kir ku helwesta bê taviz a derbarê mafên ku ji hiqûq û peymanên navneteweyî derdikevin de dê berdewam bibe. Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku Tirkiyeyê serokatiya dewrî ya Rêxistina Dewletên Tirk ji Azerbaycanê wergirtiye.

MGKyê idia kir ku politikayên dagirkirin û pêvekirinê yên Rêveberiya Îsraîlê, ku Filistîn, Libnan û Sûriyeyê dikin hedef, li herêmê bêistiqrariyê zêde dikin. Encumenê bang li aktorên ku di hewldanên aştiyê de însiyatîfê digirin kir ku li hember Rêveberiya Îsraîlê biryardartir bin.

MGKyê rewşa dawî ya şerên Rûsya-Ukraynayê û Amerîka/Îsraîl-Îranê jî nirxand. Encumenê diyar kir ku ew ji belavbûna Şerê Rûsya-Ukraynayê ya piştî Deryaya Reş ber bi Deryaya Navîn ve nîgeran e. Xebatên ji bo yekîtî û yekparçeyiya Lîbyayê jî di rojeva civînê de bûn.