Here naverokê
BakurCivak

Wezareta Perwerdeya Neteweyî (MEB) ji bo mamosteyên Kurdî tenê 16 kontenjan veqetand

1 xulek xwendin
Wezareta Perwerdeya Neteweyî (MEB) ji bo mamosteyên Kurdî tenê 16 kontenjan veqetand

Çi çêbû?

Wezareta Perwerdeya Neteweyî ya Tirkiyeyê (MEB) roja Înê, 27ê Mijdara 2026an, bername û plana xwe ya derbarê erkdarkirina 15 hezar mamosteyan de ragihand. Li gorî plana wezaretê, ji 15 hezar mamosteyên ku dê bên erkdarkirin, tenê 16 dê mamosteyên Kurdî bin.

Li gorî belavkirina ku wezaretê eşkere kir, ji kontenjana Kurdî 15 ji bo mamosteyên Kurmancî hatin veqetandin. Kontenjana mayî ya yekane jî ji mamosteyekî Kirmanckî (Zazakî) re hat dayîn. Kurmancî û Kirmanckî ji zaravayên zimanê Kurdî ne.

Di planê de ji bo hin branşên din gelek zêdetir kontenjan hatin veqetandin. Hejmarên erkdarkirinê yên Kurdî û van branşan wiha ne:

Kontenjana erkdarkirina mamosteyan (kes)
Kontenjana erkdarkirina mamosteyan (kes)
Kurmancî15
Kirmanckî1
Tirkî719
Mamostetiya Tirkî103
Îngilîzî1101

Hat destnîşankirin ku tevî gelek bertek û itirazan, hikûmeta Tirk her sal ji bo mamosteyên Kurdî kontenjaneke gelekî kêm vediqetîne.

Li gorî rojjimêra wezaretê, serlêdanên mamosteyan ên ji bo erkdarkirinê dê di 9ê Berfanbara 2026an de dest pê bikin. Encamên erkdarkirinê jî dê di 17ê Berfanbara 2026an de bên ragihandin.