NATO: Destpêşxeriya fezayê ya pirneteweyî STARLIFT dest pê kir

Çi çêbû?
Hevpeymana Bakurê Atlantîkê (NATO) ragihand ku destpêşxeriya pirneteweyî ya STARLIFT dest pê kiriye. Armanca vê destpêşxeriyê ewlekirina avêtina peykên leşkerî bo fezayê ye. Li gorî daxuyaniya nivîskî ya NATOyê, destpêşxerî di konferansa NATO EDGE 26 ya li Îzmîrê de hate pêkanîn.
10 hevpeymanên NATOyê û Koreya finansekirina destpêşxeriyê digirin ser xwe. Ev welat Belçîka, Kanada, Fînlenda, Almanya, Îtalya, Holenda, Norwêc, Swêd, Tirkiye û Brîtanya ne. Ev soz di 29ê Cotmehê de di merasimeke imzekirinê de hatibû dayîn ku di çarçoveya civîna Rêveberên Neteweyî yên Çekdariyê yên NATOyê de hat lidarxistin. Finansekirin dê bi rêya Ajansa Piştgirî û Peydakirinê ya NATOyê (NATO Support and Procurement Agency, NSPA) bê dabînkirin.
STARLIFT ji sala 2024an ve tê pêşxistin. Li gorî NATOyê, destpêşxerî dê bi dabînkerên xizmetên avêtina bazirganî û benderên fezayê yên welatên beşdar re bixebite. Armanc ew e ku gihîştina fezayê berxwedêrtir, di bersivdanê de bileztir û ji aliyê lêçûnê ve bikêrtir bibe. Bikarhênerên leşkerî dema ku li ser roketên bazirganî cihê avêtinê rêk dixin, dê ji vê xizmetê sûd werbigirin. Xizmet dê li ser torekê ji benderên fezayê yên li welatên NATOyê û Koreya Başûr bê avakirin.
Destpêşxerî dê herwiha bibe platformeke ku tê de konseptên ji bo operasyonên fezayê yên bilez, di nav de avêtina peykan a awarte jî, bên pêşxistin û ceribandin. Bi test û ceribandinan dê binesaziya avêtinê û lojistika hevpeymanan bên xurtkirin. Pratikên baş ên di warê fezayê de jî dê bên parvekirin. Birêvebirina seyrûsefera asmanî û deryayî dê avêtinên rûtîn û yên ku di demeke kurt de têne amadekirin ewletir bike. Komkirina daxwazên avêtinê jî dê gihîştina xizmetan hêsantir bike û piştgiriyê bide veberhênanên di sektorê de.
Armanca STARLIFTê ew e ku ev avêtin di dema pêwîstiyê de bi lez bên kirin. NATOyê di sala 2019an de fezayê wek qadeke operasyonan nas kiribû.