Nêçîrvan Barzanî ji bo alîkariya ziyandîtiyên lehiyê rênimayî da

Çi çêbû?
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî sersaxî ji malbatên qurbaniyên lehiya Hewlêrê, paytexta Herêma Kurdistanê, re xwest. Nêçîrvan Barzanî ji saziyên pêwendîdar xwest ku hemû piştgiriya pêwîst pêşkêşî kesên ku lehiyê bandor li kiriye bikin.
Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî roja Yekşemê, 8ê Mijdara 2026an, bi Parêzgarê Hewlêrê Omîd Xoşnaw re bi telefonê axivî. Nêçîrvan Barzanî bi parêzgar re li ser encamên lehiya ku şeva Şemiyê li ser Yekşemê li bajêr rû da axivî. Li gorî Serokatiya Herêma Kurdistanê, di axaftinê de li ser ziyanên ku lehiyê dane hat rawestan. Ziyana ku gihîştiye welatiyan û mal û milkên wan mijara sereke ya axaftinê bû.
Nêçîrvan Barzanî sersaxiya xwe ji malbat û kesûkarên qurbaniyên lehiyê re pêşkêş kir. Wî rênimayî da Parêzgarê Hewlêrê û saziyên pêwendîdar ku bi lez bi hawara ziyandîtiyan ve biçin. Nêçîrvan Barzanî xwest ku hemû alîkariya pêwîst bigihîje kesên ku ziyan dîtine. Her wiha wî xwest ku ji bo rakirina şopên ku lehiyê li dû xwe hiştine, gavên pêwîst bên avêtin.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Omîd Xoşnaw agahî li ser rewşa dawî ya bajêr da. Parêzgar behsa asta ziyanê û wan tedbîran kir ku li dijî bandorên lehiyê hatine girtin. Omîd Xoşnaw spasiya Nêçîrvan Barzanî kir, ji ber ku rewşa welatiyan ji nêz ve dişopîne.