Here naverokê
BaşûrPenaber û Koç

Endamekî Encumena Nînewayê: Bexda dê alîkariya Şingalê dîsa bide

1 xulek xwendin
Endamekî Encumena Nînewayê: Bexda dê alîkariya Şingalê dîsa bide

Çi çêbû?

Serokê Komîsyona Ewlehî û Parastinê ya Encumena Parêzgeha Nînewayê, Mihemed Casim Kakayî, ragihand ku Serokwezîrê Îraqê razî bûye ku dravê handana vegerê yê ji bo koçberan di budceya sala bê de dîsa bide.

Ev drav koçberên navçeya Şingalê ya ser bi parêzgeha Nînewayê ve û yên ji seranserê Nînewayê koç kirine digire nav xwe. Li gorî biryarê, Kurdên Êzidî yên ku vedigerin dê çar milyon dînar wergirin. Her wiha li gorî biryarê, koçberên din dê milyon û nîv dînar wergirin.

Kakayî roja Yekşemê (22ê Mijdara 2026an) di daxuyaniyekê de got ku roja Duşemê (16ê Mijdarê) bi Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî re civîn kir. Wî got ku piştî wê civînê wan daxwaz kir ku ew dravên ku wek alîkarî ji koçberan re dihatin dayîn, dîsa werin dayîn.

Li gorî serokê komîsyonê, drav dê bi du awayan bê dayîn. Li gorî wî, malbatên Êzidî yên ku li kampan dimînin û dixwazin vegerin Şingalê dê çar milyon dînar wergirin. Wî her wiha got ku koçberên ku li Herêma Kurdistanê an li başûrê Îraqê ne, dema ku vegerin herêmên xwe yên resen, dê milyon û nîv dînar qerebû wergirin.

Kakayî diyar kir ku ev drav di salên 2022 û 2023an de hatibû dayîn, lê ji sala 2024an ve hatiye rawestandin. Kakayî her wiha da zanîn ku Serokwezîrê Îraqê soz daye ku van dravan di budceya bê de veqetîne, da ku koçber, bi taybetî jî Kurdên Êzidî, ji bo vegerê werin handan.

Di sala 2014an de ji ber êrişa DAIŞê ya li ser Şingalê, piraniya niştecihên navçeyê koçî Herêma Kurdistanê kir. Piştî rizgarkirina navçeyê, beşek ji wan vegeriyan malên xwe.

Hikûmeta Îraqê ji demeke dirêj ve hewl dide ku hemû kampan bigire û koçberan vegerîne. Lê belê wêranbûna malan û kêmasiya xizmetguzariyan li Şingalê hê jî astengiyên sereke yên li pêşiya vegerê ne.