Berpirsekî Pentagonê: Lêçûna şerê Îranê 48.3 milyar dolar e
Çi çêbû?
Arthur Miller, alîkarê kontrolkarê darayî yê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon), ragihand ku lêçûna şerê bi Îranê re ji bo Amerîkayê gihîştiye 48.3 milyar dolarî. Li gorî Miller, ev miqdar heta 13ê Mijdarê hatiye hesabkirin.
Miller ev agahî di rûniştina Komîteya Karûbarên Çekdarî ya Senatoya Amerîkayê de parve kir. Ew wek berendamê posta Alîkarê Musteşarê Hêza Deryayî beşdarî rûniştinê bû.
Li gorî daxuyaniya Miller, ev hejmar sê xalan dihewîne. Ew mesrefên cebilxaneyê, lêçûnên nûkirina teçhîzatê û xercên operasyonan in. Miller diyar kir ku lêçûnên tamîrkirina tesîsên Amerîkayê yên li Rojhilata Navîn ên ku di êrişên Îranê de zirar dîtine, ne di nav vî hesabî de ne.
Nirxandina Pentagonê bi daxuyaniya Serokê Amerîkayê Donald Trump a derbarê Îranê de re hevdem bû. Trump ragihand ku ew ê derbarê Îranê de biryareke bilez nede. Trump ji bo gavên nû yên gengaz îşaret bi dema piştî serê salê kir.