Li gorî çavkaniyekê, deriyê Pêşabûr-Sêmalka li ber derbasbûna bazirganî girtî ye
1 xulek xwendin

Çi çêbû?
Li gorî çavkaniyeke bênav a ku ji Welat TV re axivî, deriyê sînorî yê di navbera Pêşabûra girêdayî parêzgeha Dihokê û Sêmalkaya li de li ber derbasbûnên bazirganî girtî ye. Ev derî Herêma Kurdistanê û Rojava bi hev ve girê dide.
Heman çavkaniyê diyar kir ku deriyê Pêşabûr-Sêmalka li ber derbasbûnên rêwiyan û rewşên mirovî vekirî ye jî. Çavkaniyê got ku rêwî dikarin her roj di navbera saet 08.00 û 16.00an de deriyî bi kar bînin.
Deriyê sînorî yê Pêşabûr-Sêmalka sala 2013an bi talîmata Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Serokê PDKê Mesûd Barzanî hat vekirin. Armanca vekirina wî piştgirîkirina welatiyên li Rojava û Sûriyeyê bû. Ji wê rojê ve ev derî bûye yek ji çavkaniyên sereke ji bo hewcedariyên rojane û alîkariya mirovî.