Xwendekarên Zanîngeha Rojava li dijî destwerdana bi gazê nerazîbûn nîşan da

Çi çêbû?
Li bajarê yê girêdayî parêzgeha li , bi dehan xwendekarên Zanîngeha Rojava çalakiya xwe ya li ber avahiya zanîngehê domand. Roja Duşemê, 16ê Mijdarê, serê sibê şandeya perwerdeyê ya hikûmetê serdana zanîngehê kir. Hat ragihandin ku di dema vê serdanê de hêzên ewlehiya navxweyî yên ku bi şandeyê re bûn, bombeyên gaza rondikrêj avêtin ser xwendekarên xwepêşander.
Gaz ji bo belavkirina xwendekarên ku li ber şandeyê kom bûbûn û rê li ber derketina şandeyê ji avahiyê girtibûn, hat bikaranîn. Di şandeyê de berpirsên warê perwerdeyê hebûn. Xwendekar li dijî awayê ku zanîngeh tevlî saziyên xwendina bilind ên Sûriyeyê dibe derdikevin. Ew dixwazin serxwebûna zanîngehê bê parastin, statuya wê ya akademîk a taybet di destûrê de bê naskirin û Kurdî bibe zimanê perwerdeyê.
Piştî bûyeran xwendekaran daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniyê de diyar kir ku ew ê berevaniya ji statuya taybet a zanîngehê û ji mafê perwerdeya bi zimanê dayikê bidomînin. Wan herwiha got ku ew ê ji bo mafên xwe yên akademîk çalakiyan bidomînin. Xwendekaran da zanîn ku ew ji bertekên saziyên hikûmetê yên li hember xwepêşandanên wan ên aştiyane aciz in.
Zanîngeha Rojava di sala 2016an de li Qamişlo, girêdayî Rêveberiya Xweser a û Rojhilatê Sûriyeyê hat damezrandin. Li zanîngehê ji bilî Erebî û Îngilîzî, Kurdî jî bû zimanekî bingehîn ê perwerdeyê. Zanîngeh di warên bijîşkî, endezyarî, zanistên perwerdeyê, zanistên civakî û zimanan de xwedî fakulte ye.
Di 29ê Rêbendana 2026an de di navbera hikûmeta Sûriyeyê û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de peyman hat girêdan. Piştre Wezareta Xwendina Bilind a Sûriyeyê dest bi gavên tevlîkirina zanîngehên herêmê nav sistema neteweyî kir.
Encumena Xwendina Bilind a Sûriyeyê di 18ê Cotmeha 2026an de Zanîngeha Rojava bi şaxa Hesekê ya Zanîngeha Firatê ve girêda. Li hin fakulteyan wergirtina xwendekarên nû bi awayekî demkî hat rawestandin, heta ku pîvanên akreditasyonê bêne bicihanîn. Fakulte dê heta damezrandina Zanîngeha Hesekê di avahiyeke demkî ya bi navê Kompleksa Fakulteyan a Qamişlo de bêne komkirin.
Wezaretê ragihand ku mafên xwendekarên heyî dê bêne parastin û diploma dê bêne naskirin. Lê encumena zanîngehê û xwendekaran hişyarî da ku derbasbûna rasterast bo perwerdeya bi Erebî dê ji bo xwendekarên ku bi salan bi Kurdî xwendine, bibe asteng.