Li parêzgeha Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê av û elektrîka 20 gundan qut bû.

Çi çêbû?
Hîşmet Rezayî, qeymeqamê navçeya Geyelanê ya girêdayî parêzgeha Kirmaşanê li Rojhilatê Kurdistanê, ragihand ku ji ber barana xurt û birûskan av û elektrîka 20 gundan qut bûye.
Rezayî roja Yekşemê, 8ê Mijdarê, di daxuyaniyekê de got ku ji ber barana xurt û birûskê, xetên veguhestina elektrîkê û projeyên avê li 20 gundên herêma Wêjnanê zirar dîtine û ji kar ketine.
Qeymeqam ragihand ku tîmên tamîrê ji bo vegerandina xizmetguzariyan bê navber kar dikin. Rezayî diyar kir ku berdewamiya baranan û erdnîgariya asê ya herêmê karê tîman zehmet dikin. Li gorî Rezayî, av û elektrîk hêj ji nû ve negihîştine gundan.
Rezayî her wiha hişyarî da ku pêla baranê dê berdewam bike. Qeymeqam got ku îhtîmala teyrokê û birûskên xurt heye. Rezayî ji xelkê herêmê û ji şivanan xwest ku xwe ji deverên çiyayî û ji bisterên çeman dûr bigirin.
Ji êvara Înê, 6ê Mijdarê ve, barana xurt li parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê dibare. Li hin herêmên çiyayî berf jî barî. Li gorî pêşbîniyên keşnasiyê, tê çaverêkirin ku bandora pêla baranê heta roja Duşemê, 9ê Mijdarê, berdewam bike.