Rêveberiya Qeyranan a Îlamê: Ji ber birûskê 2 kes mirin

Çi çêbû?
Rêvebirê Giştî yê Rêveberiya Qeyranan a Parêzgeha Îlamê Elî Mihemed Pakdelnejad ragihand ku li Parêzgeha Îlamê ya Rojhilatê Kurdistanê ji ber birûskan 2 kes jiyana xwe ji dest dan û 3 kes birîndar bûn. Birûsk di dema hewaya xerab a parêzgehê de li cihên cuda ketin.
Pakdelnejad diyar kir ku li navçeya Bedreyê ya ser bi Parêzgeha Îlamê ve, birûsk li komekê ket ku ji bo gerê çûbû devereke gundewarî. Li gorî agahiyên Pakdelnejad, di vê bûyerê de 2 kes jiyana xwe ji dest dan û 2 kes jî birîndar bûn.
Pakdelnejad ragihand ku bûyereke bi vî rengî li herêma Zerneyê ya ser bi navçeya Eywanê ve jî qewimî. Li gorî Rêvebirê Giştî, li Zerneyê birûsk li 1 kesî ket û ew kes birîndar bû.
Pisporê Meteorolojiyê yê Îlamê Sasan Rostemî got ku baranên payîzê û hewaya nearam dê heta nîvê hefteyê berdewam bikin. Rostemî li hember metirsiya bahozê, mijê û birûskê hişyarî da. Rostemî destnîşan kir ku divê çiyager û hezkiriyên xwezayê dernekevin cihên bilind. Pisporê meteorolojiyê diyar kir ku divê zozanvan û koçer jî ji bisterên çeman dûr bimînin.