Here naverokê
RojhilatCivak

Rêveberê Keşnasiyê yê Urmiyeyê: Îhtimala rabûna lehiyê heye

1 xulek xwendin
Rêveberê Keşnasiyê yê Urmiyeyê: Îhtimala rabûna lehiyê heye

Çi çêbû?

Rêveberê Keşnasiyê yê parêzgeha Urmiyeyê li Rojhilatê Kurdistanê, Mehdî Sabirî ragihand ku pêleke bihêz a baranê dê were herêmê. Sabirî herwiha hişyarî da ku îhtimala rabûna lehiyê heye.

Li gorî agahiyên Mehdî Sabirî, baran dê ji sibeha roja înê, 30ê Cotmeha 2026an ve bandora xwe nîşan bide. Sabirî got ku li deverên cuda yên parêzgehê dê barana gur, gurmîna ezman, birûsk û bayê bihêz çêbibin.

Li gorî Sabirî, ji ber pêla baranê ya ku dê bigihîje Urmiyeyê, tê payîn ku asta ava çeman bilind bibe. Sabirî diyar kir ku dibe ku peyarê û cade di bin avê de bimînin. Wî herwiha got ku dibe ku mesafeya dîtinê jî kêm bibe.

Sabirî hişyarî da welatiyan ku nêzîkî çem û rêrewên avê nebin. Wî herwiha got ku divê xelk neçe ser çiya û deverên bilind.

Ev hişyarî piştî lehiyeke kujer a ku demeke kurt berê li parêzgehê qewimîbû hat. Di 22ê Cotmeha 2026an de, li bajarê Selmasê yê girêdayî parêzgeha Urmiyeyê, barana gur û zîpik bûn sedema lehiyê. Di lehiyê de zarokek û du mêr jiyana xwe ji dest dan. Çend kes jî birîndar bûn.