Here naverokê
CîhanCîhan

Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê: Balyozê Rûsyayê li Amerîkayê jiyana xwe ji dest da

1 xulek xwendin
Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê: Balyozê Rûsyayê li Amerîkayê jiyana xwe ji dest da

Çi çêbû?

Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê ragihand ku Balyozê Rûsyayê li Amerîkayê, Aleksandr Darçiyev, di 66 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. Li gorî wezaretê, Darçiyev dema ku li ser erkê xwe bû, bi awayekî ku nedihat çaverêkirin jiyana xwe ji dest da.

Di daxuyaniya wezaretê de hat gotin ku rêveberî û karmendên Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê bi xemgîniyeke mezin radigihînin ku Balyozê Rûsyayê yê Awarte û Xwedî Desthilatdariya Tam li Amerîkayê, Aleksandr Darçiyev, di 11ê Mijdarê de, di 66 saliya xwe de ji nişka ve jiyana xwe ji dest da.

Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê diyar kir ku Darçiyev dîplomatekî bêhempa, rêberekî xwedî ezmûn, hevalekî nazik û mamosteyek bû. Wezaretê da zanîn ku Darçiyev di mijarên Amerîkayê de profesyonelekî gelekî jêhatî û pisporekî giring bû. Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê her wiha diyar kir ku Darçiyev di yek ji qadên herî kritik ên siyaseta derve ya Rûsyayê de xebitî.

Wezaretê her wiha got ku bîranîna hevkarê ê ku gelekî zû ji nav wan çû, dê her û her di dilê wan de bijî.

Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê derbarê sedema mirinê de tu agahî parve nekir. Dîplomatên Rûsyayê ji malbat û nêzîkên Darçiyev re sersaxî xwest.

Darçiyev di Adara 2025an de wek Balyozê Rûsyayê li Amerîkayê hatibû tayînkirin. Berî vê tayînkirinê, wî Beşa Amerîkaya a Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê bi rê ve dibir. Darçiyev di navbera salên 2014 û 2021ê de jî wek Balyozê Rûsyayê li Kanadayê kar kiribû.