Here naverokê
CîhanCîhan

Li Nexweşxaneya Giştî ya Samerayê 214 derzî ji zikê nexweşekî hatin derxistin

1 xulek xwendin
Li Nexweşxaneya Giştî ya Samerayê 214 derzî ji zikê nexweşekî hatin derxistin

Çi çêbû?

Rêveberiya Nexweşxaneya Giştî ya Samerayê ragihand ku li Samerayê 214 derzî û sincaq ji zikê nexweşekî 38 salî hatin derxistin. Samera girêdayî parêzgeha Selahedînê ya Îraqê ye. Rêveberiyê ev agahî bi daxuyaniyeke nivîskî parve kir.

Li gorî daxuyaniya rêveberiya nexweşxaneyê, nexweş ji ber êşeke dijwar a zikê hat anîn nexweşxaneyê. Tîma bijîşkî ya pispor a nexweşxaneyê emeliyatek kir ku rêveberiyê wekî kêmpeyda û aloz bi nav kir. Neştergerên pispor, tîma bêhişkirinê û karmendên odeya emeliyatê bi hev re destwerdan pêk anî.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku piştî emeliyatê rewşa nexweş kete bin kontrolê. Li gorî rêveberiyê, nexweş baş bû.

Rêveberiya nexweşxaneyê angaşt kir ku ev emeliyata krîtîk careke din kapasîteya dezgehên tendurustiyê yên herêmê nîşan da. Li gorî rêveberiyê, ev dezgeh dikarin bi bûyerên bi metirsiya bilind û awarte re mijûl bibin.

Rêvebirê Nexweşxaneya Giştî ya Samerayê Dr. Omer Zeham Xelîl got ku divê kapasîteya sektora tendurustiyê were xurtkirin û piştgirî lê were kirin. Li gorî Xelîl, ev piştgirî pêwîst e da ku asta xizmetguzariyên tendurustiyê yên ku ji welatiyan re tên pêşkêşkirin bi berdewamî bilind bibe.