Here naverokê
BaşûrCivak

Merasima 45emîn a derçûnê li Zanîngeha Selahedîn-Hewlêr dest pê kir

1 xulek xwendin
Merasima 45emîn a derçûnê li Zanîngeha Selahedîn-Hewlêr dest pê kir

Çi çêbû?

Êvara Pêncşemê, 12ê Mijdara 2026an, li Hewlêrê, paytexta Herêma Kurdistanê, merasima derçûnê ya dewreya 45emîn a Zanîngeha Selahedîn dest pê kir. Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî beşdarî merasimê bû. Gelek wezîr û berpirsên hikûmetê û partiyan jî li merasimê amade bûn. Mamosteyên zanîngehê û malbatên derçûyan jî di nav beşdaran de bûn.

Serokê Zanîngehê Dr. Kamran Yûnis got ku pîrozbahiyên derçûnê yên vê dewreyê bi dirûşma Pêkvejiyan û aramî tên lidarxistin. Li gorî Yûnis, di merasiman de bi tevahî diploma ji 5 hezar û 347 xwendekaran re tê dayîn.

Li gorî agahiyên ku Yûnis dan, 4 hezar û 94 derçûyan diplomaya lisansê wergirt. Hejmara kesên ku bernameyên xwendina bilind qedandine jî 1 hezar û 253 e. Di vê komê de derçûyên diplomaya bilind, masterê û doktorayê hene.

Zanîngeha Selahedîn- zanîngeha dewletê ya herî kevn û herî mezin a Herêma Kurdistanê ye. Zanîngeh sala 1968an hat damezrandin. Niha 17 fakulteyên wê hene. Di van fakulteyan de li qadên zanist, zanistên mirovî û endezyariyê zêdetirî 85 beş hene. Zanîngeh her sal bi hezaran pispor ji bo bazara kar û dezgehên civakî perwerde dike.