Here naverokê
BaşûrCivak

Serkut Îbrahîm kêliyên dawî yên kurê xwe yê ku li Hewlêrê bû qurbaniya lehiyê vegotin

2 xulek xwendin
Serkut Îbrahîm kêliyên dawî yên kurê xwe yê ku li Hewlêrê bû qurbaniya lehiyê vegotin

Çi çêbû?

Şeva şemiyê bajarê Hewlêrê rastî barana bi gur û avên lehiyê hat. Serkut Îbrahîm, ku kurê wî yê pênc salî jiyana xwe ji dest da, kêliyên dawî yên berî karesatê vegotin.

Serkut Îbrahîm got ku bûyer di navbera saet 18.00 û 18.30 ya êvarê de qewimî, dema ku ew bi kurê xwe yê biçûk re ji dikana xwe ya li taxa Hewlêra Nû vedigeriya malê. Wî da zanîn ku gava ew gihîştin xaçerêya taxê (felekeyê), rastî lehiyeke ji nişka ve û gelekî bi lez hatin.

Li gorî gotinên Îbrahîm, erebeya wî li ber hêza avê ranewestiya û avê ew kişand nav kanaleke derxistina avê. Wî diyar kir ku berî du an sê erebeyên din jî ketibûn heman kanalê.

Bav her wiha behsa axaftina wan a dawî kir û got ku ew axaftin di kêliya panîkê de derbas bû, dema ew û kurê xwe bi tenê di erebeyê de mabûn. Wî got ku dema wî hewl dida kurê xwe aram bike, jê re gotibû ku bila netirse û tu tişt bi serê wan de nayê. Wî her wiha got ku zarokê wî jê pirsîbû ka bavo, eger ew bimirin dê çi bibe.

Îbrahîm diyar kir ku piştî karesatê, tîmên Parastina Sivîl, Şaredariyê û Parêzgeha Hewlêrê bi lez gihîştin cihê bûyerê. Wî da zanîn ku tîman di nava 30 heta 40 deqeyan de laşê bêgiyan ê zarokê ji avê derxist.

Barana xurt a ku ji roja pêncşemba borî (5ê Mijdarê) ve li Herêma Kurdistanê dibare, êvara şemiyê gihîşt asta herî bilind. Ji ber baranê, kolanên gelek taxên Hewlêrê di bin avê de man û av ket nav malan.

Di lehiyan de du kes jiyana xwe ji dest dan: yek zarokê pênc salî ye, yê din jî ajokarê makîneyeke kar e.

Parêzgeha Hewlêrê ragihand ku ji bo ewlehiya xwendekaran û kadroyên perwerdeyê, roja yekşemê perwerde li hemû dibistan û saziyên perwerdeyê yên parêzgehê hat rawestandin.