Qeymeqamiya Silêmaniyê 18 cihên werzişê ceza kirin û 5 cih girtin

Çi çêbû?
Qeymeqamiya Silêmaniyê ya li Herêma Kurdistanê ragihand ku di meha Îlonê de 18 cihên werzişê yên ku pabendî rêsayan nebûn hatin cezakirin û pênc cih hatin girtin. Ev hejmar ji amarên çavdêriya cihên werzişê yên komîteyên hevbeş ên girêdayî qeymeqamiyê ne.
Li gorî daxuyaniya Qeymeqamiya Silêmaniyê, Komîteya Çavdêriya Tenduristî û Cihên Werzişê ya girêdayî komîteyên hevbeş di meha Îlonê de 125 serdanên meydanî kirin. Qeymeqamiyê ragihand ku di van serdanan de ji bo cihên ku pabendî şert û rênişandanan nebûn 18 belgeyên binpêkirinê hatin tomarkirin. Herwiha qeymeqamiyê diyar kir ku hişyarî ji 16 cihan re hatin şandin. Ji van cihan hat xwestin ku di maweya diyarkirî de pirsgirêk û kêmasiyên xwe çareser bikin.
Li gorî agahiyên Qeymeqamiya Silêmaniyê, pênc cihên werzişê ji ber ku pabendî şertên tenduristiyê nebûn hatin girtin.
Qeymeqamiyê ragihand ku serdanên meydanî û çavdêrî dê berdewam bin. Li gorî daxuyaniya saziyê, armanc ev e ku hemû cihên werzişê bi tevahî pabendî şertên tenduristî û yasayî bin. Qeymeqamiyê diyar kir ku armanc pêşîgirtina li her cure binpêkirinekê ye ku dikare bandoreke neyênî li tenduristiya werzişvanan û welatiyan bike.