Here naverokê
BaşûrÇand

Li Silêmaniyê Festîvala Hespên Resen ên Kurdî hat lidarxistin

2 xulek xwendin
Li Silêmaniyê Festîvala Hespên Resen ên Kurdî hat lidarxistin

Çi çêbû?

Li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistanê çalakiyeke berfireh a hespsiwarî û rimbaziyê hat lidarxistin. Zêdetirî 40 hespên resen ên kurdî beşdarî çalakiyê bûn. Di festîvalê de siwaran cûreyên cuda yên hespên resen ên kurdî nîşan dan. Şiyanên hespan ên bez û livînê jî ji temaşevanan re hatin nîşandan.

Siwarên ji deverên cuda yên Herêma Kurdistanê li ber çavên gelek temaşevanan şiyanên xwe yên siwariyê nîşan dan. Di nav de çend siwarên temenbiçûk ên jêhatî jî hebûn.

Rêkxistinkarê festîvalê Bêhnam Bextiyar behsa armanc û beşdarên çalakiyê dike û dibêje ku ev siwarî di çanda kurdî de wek rimbazî tê naskirin. Bextiyar her wiha dibêje ku li vir her kes behreya hespê xwe nîşan dide. Ew diyar dike ku beşdarên wan ji bajar û bajarokên cuda yên Kurdistanê hatine û ji Kerkûkê, Koyeyê, Sengawê, Seyidsadiqê, Helebceyê û Silêmaniyê beşdar bûne. Bextiyar tekez dike ku ya herî giring ew e ku hemû hespên ku îro beşdar bûne, hespên resen ên kurdî ne.

Ebdullah Seîd, yek ji beşdaran, diyar dike ku divê ev çand were parastin. Seîd dibêje ku ev çalakî ne tenê nîşandana behreyan e, lê belê nîşaneya biratî, hezkirin û yekîtiya di navbera hesphezan û xwedîkerên hespan ên li seranserê Kurdistanê de ye.

Di festîvalê de çend siwarên ciwan û nûciwan bal kişand. Tevî temenê xwe yê biçûk, ev siwar zêdetirî deh salan e ked didin siwariyê. Ferzad Qehreman, yek ji siwarên ciwan, behsa hezkirina xwe ya ji bo vê werzişê dike û dibêje ku ew ji 11 saliya xwe ve fêrî siwariyê bûye. Qehreman her wiha dibêje ku ew gelek caran ji ser hespê ketiye û dest û lingên wî şikestine, lê wî dev jê bernedaye. Ew dibêje ku li ser pişta hespê divê tirs di dilê mirov de nebe û wek tê gotin, heta siwar nekeve, nabe siwar.

Şareza diyar dikin ku hespê kurdî xwedî taybetmendiyên xweser û bedew e. Di nav van taybetmendiyan de stûyekî stûr, eniyeke hinekî bilind û kevanî û guhên kurt hene. Bejna navîn û laşê bihêz û xweragir jî ji taybetmendiyên berçav ên vê nijadê ne. Li gorî şarezayan, ji bilî hêza laşî, jêhatîbûn, zîrekî û guhdana fermanên siwarî jî ji taybetmendiyên herî diyar ên hespê resen ê kurdî ne. Siwarên kurd jî bi salan e hewl didin vê nijadê biparêzin û zindî bihêlin.