Projeya Sînemaçî li Silêmaniyê bi nîşandana du fîlman berdewam dike

Çi çêbû?
Projeya huner û çandê ya Sînemaçî, ku li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê hatiye pêkanîn, rêzeke çalakî û nîşandanên fîlman ragihand. Di bernameyê de hem fîlmên sînemaya cîhanê hem jî berhemên herêmî cih digirin.
Sînemaçî di nav kargeheke cixareyê de, li ser bingehên stasyoneke dîrokî ya elektrîkê hat avakirin. Proje muzexaneyek û saloneke sînemayê ya nûjen û taybet digihîne hev. Armanca wê parastina mîrata çandî û xizmetkirina qadên cuda yên hunerê yên li bajêr e.
Berpirsê projeyê Sîna Mihemed roja Pêncşemê, 5ê Mijdara 2026an, li ser erkê navendê got ku ev navenda hunerî ne tenê cihek e ku fîlm lê tên nîşandan, ew wek akademiyeke fêrbûnê û navendeke mezin a çandê kar dike. Mihemed her wiha got ku piştî her nîşandanekê derî li ber gotûbêj û danûstandina ramanan di navbera derhêner, mamosteyên zanîngehê û temaşevanan de vedibe û ji bo bilindkirina asta sînemakaran û ciwanên bi behre kursên taybet tên lidarxistin.
Li gorî agahiyên Mihemed, roja Pêncşemê, 5ê Mijdarê, dê fîlma Bangladeşî Tîrêja Rojê bihata nîşandan. Mihemed diyar kir ku derhênerê sereke yê wênegiriya fîlmê ji Bangladeşê hatiye vexwendin. Li gorî Mihemed, derhênerê wênegiriyê niha li Kurdistanê ye. Piştî nîşandanê, ew dê bi temaşevanan re beşdarî gotûbêjê bibûya.
Mihemed ragihand ku roja Înê, 6ê Mijdarê, fîlma Tova Dara Hejîra Pîroz, ku yek ji berhemên dawî yên derhênerê navdar ê Îranî Mihemed Resûlof e, dê were nîşandan. Mihemed got ku di nîşandanê de peyameke taybet a derhêner jî dê ji temaşevanan re were pêşkêşkirin. Mihemed her wiha da zanîn ku muzîkjenê ciwan ê Kurd Karzan Mehmûd, ku xelkê Silêmaniyê ye û muzîka fîlmê çêkiriye, ji Swêdê vegeriyaye. Mehmûd jî dê di çalakiyê de amade be.
Sînemaçî her hefte rojên Şemiyê di saet 16.00an de fîlmên sînemaya cîhanî û herêmî nîşan dide. Piştî nîşandanan, civînên hunerî tên lidarxistin ku tê de fîlm tên nirxandin.