Li Tirkiyeyê sînorê 15 saliyê li ser medyaya civakî ket warê cîbicîkirinê

Çi çêbû?
Rêziknameya nû ya medyaya civakî, ku Serokatiya Ewlehiya Sîber a Serokomariya Tirkiyeyê amade kiriye, di 1ê Mijdarê de ket warê cîbicîkirinê. Rêzikname di 10ê Cotmehê de di Rojnameya Fermî (Resmi Gazete) de hatibû weşandin. Rêzikname hemû torên civakî yên navxweyî û biyanî yên ku ji Tirkiyeyê dikarin bên bikaranîn digire nav xwe.
Li gorî rêziknameyê, platform dê nikaribin xizmetê pêşkêşî zarokên ku 15 saliya xwe temam nekirine bikin. Li ser hesabên zarokên di koma temenê 15-17 salî de jî dê rêzikên taybet ên derbarê nepeniyê, peyamşandinê û weşana zindî de bên sepandin.
Dema ku hesabên nû têne vekirin, piştrastkirina temenê dê bi nîşaneyeke ku bi rêya Deriyê e-Dewletê tê çêkirin bê kirin. Di xala 7emîn a rêziknameyê de hatiye destnîşankirin ku piştrastkirina temenê dê bi rêya Deriyê e-Dewletê bê kirin. Bi daxwaza bikarhêner, Serokatiya Ewlehiya Sîber dê vê nîşaneyê çêbike. Bikarhêner dê nîşaneyê li platforma ku dixwaze hesabekî lê veke bar bike.
Platform dê piştrast bike ku nîşane ji aliyê Serokatiyê ve hatiye çêkirin û bi vî awayî dê koma temenê bikarhêner diyar bike. Di nîşaneyê de dê tenê ev zanyarî hebe: gelo bikarhêner 15 saliya xwe temam kiriye yan na, û heke temam kiribe, gelo gihîştiye 18 saliyê yan na. Platform dê bikaribin vê daneyê tenê ji bo piştrastkirina temenê bi kar bînin.
Ji bo hesabên heyî, temamkirina pêvajoya piştrastkirinê heta 31ê Adara 2027an dê mecbûrî be. Heke derbikeve holê ku xwediyê hesabê ji 15 saliyê biçûktir e, platform dê bikarhêner agahdar bike û hesabê bigire. Bikarhêner dê bikaribin bêpere li dijî vê encamê îtiraz bikin. Heta ku îtiraz bi encam bibe, naverok û daneyên kesane yên di hesabê de dê neyên jêbirin.
Hesabên koma temenê 15-17 salî dê taybet bin û dê nikaribin ji bo her kesî bên vekirin. Zarok dê tenê bikaribin ji hesaban peyaman werbigirin ku ew dişopînin. Bikarhênerên din dê nikaribin lîsteyên şopîner û şopandinê yên zarokan bibînin. Ji van hesaban dê weşana zindî neyê kirin. Daneyên kesane yên zarokan dê nikaribin ji bo derxistina profîlê an jî pêşkêşkirina reklamên kesanekirî bên bikaranîn.
Dêûbav dê bikaribin bi amûrên kontrolê yên ku platform dê pêşkêş bikin, wê dema ku zarokên wan li ser medyaya civakî derbas dikin bişopînin û sînordar bikin. Ew ê herwiha bikaribin pêvajoyên kirîn û endametiya bi pere bi erêkirina xwe ve girê bidin.