Federasyona Basketbolê ya Sûriyeyê cezayên qedexeya temaşevanên mêvan diyar kirin
Çi çêbû?
Federasyona Basketbolê ya Erebî ya Sûriyeyê derbarê qedexeya temaşevanên tîma mêvan de belavokeke nû weşand. Belavok piştî bûyerên ku di hefteya yekemîn a Lîga Basketbolê ya Mêran a Sûriyeyê de, di maça El-Wehde û El-Kerameyê de qewimîn, hat weşandin.
Federasyonê da zanîn ku divê biryarên qedexeya temaşevanên mêvan werin cîbicîkirin. Wê ewlehiya temaşevanan, lîstikvanan û kadroyên teknîkî û îdarî wek sedem nîşan da. Li gorî federasyonê, armanc ew e ku ewlehî û rêkûpêkî li holan were parastin û pêşî li bûyerên ku herikîna maçan xera dikin were girtin.
Li gorî belavoka federasyonê, di maçên ku biryara qedexeyê ji bo hatiye dayîn de, dê rê neyê dayîn ku temaşevanên tîma mêvan bikevin holê. Qedexe hem ketina takekesî û komî hem jî komên temaşevanan digire nav xwe. Awayê kirîna bilêtê jî encamê naguherîne. Federasyonê berpirsiyariya rêkxistina ketinan da klûba xwedîmalê. Klûba xwedîmalê dê vî karî bi yekîneyên ewlehiyê û rêveberiya sazgehê re bi rê ve bibe. Ew ê bi yekîneyên ewlehiyê re temaşevanên ku li dijî rêzikê ketine holê jî derbixe derveyî holê.
Li gorî cezayên ku federasyonê ragihandin, eger binpêkirinek were tespîtkirin, çavdêrê maçê dê hişyariyeke fermî bide her du klûban. Her yek ji klûba xwedîmalê û klûba mêvan dê bi 5 hezar dolaran were cezakirin. Eger temaşevan holê terk nekin, çavdêr dê bi dadweran û yekîneyên ewlehiyê re maçê heta 10 deqîqeyan rawestîne. Eger temaşevan li ser derneketinê israr bikin û maç neyê temamkirin, tîma mêvan dê bi hukmî 0-20 têkçûyî were hesibandin. Ev tîm dê maça xwe ya bê ya li qada xwe bê temaşevan bilîze. Cezayê pereyan jî dê ji sedî 100 zêde bibe û bigihîje 10 hezar dolaran.
Federasyonê her wiha ragihand ku ji bo lêkolîna bûyerên maça El-Wehde û El-Kerameyê ya 20ê Cotmehê, komîsyoneke lêpirsînê ya serbixwe û berfireh ava kiriye. Maç li Hola Feyhayê ya li Şamê, paytexta Sûriyeyê, hat lîstin. El-Wehdeyê maç bi 61-58 qezenc kir. Hat îdiakirin ku dirûşmên ku temaşevanên El-Wehdeyê di maçê de berz kirin, heqaret li Ebdulbasit es-Sarût dikirin. Ebdulbasit es-Sarût yek ji sembolên şoreşa Sûriyeyê yên di werzişê de ye.
Federasyonê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku rêzgirtina li kesên ku li Sûriyeyê jiyana xwe ji dest dane û li sembolên neteweyî «xetên sor in ku tawîz li ser wan nayê dayîn». Federasyonê got ku divê pêşbirk dûrî fanatîzm û heqaretê, bi awayekî centilmenî bidome. Wê her wiha got ku divê ji bo dubarenebûna bûyerên wiha tedbîrên pêwîst werin girtin.