Here naverokê
CîhanCîhan

Erebistana Siûdî peymana rêhesinê ya bi Tirkiyeyê re pejirand

1 xulek xwendin
Erebistana Siûdî peymana rêhesinê ya bi Tirkiyeyê re pejirand

Çi çêbû?

Encumena Wezîran a Erebistana Siûdî yaddaşta lihevtêgihiştinê ya li ser hevkariya bi Tirkiyeyê re di sektora rêhesinê de pejirand. Encumen li paytexta Erebistana Siûdî, Riyadê, bi serokatiya Mîrê Welîehd Mihemed bin Selman civiya.

Belgeya pejirandî peymana di navbera Dezgeha Giştî ya Veguhastinê ya Erebistana Siûdî û Wezareta Veguhastin û Binesaziyê ya Komara Tirkiyeyê de dihewîne. Hat ragihandin ku peyman bi biryara kabîneyê ket meriyetê. Bi vî awayî hevkariya veguhastinê ya di navbera her du welatan de fermî bû.

Bingehên peymanê di Hezîranê de, di hevdîtinên li Riyadê de hatin danîn. Wezîrê Veguhastin û Binesaziyê yê Tirkiyeyê Ebdulqadir Uraloglu wê demê serdaneke fermî li Erebistana Siûdî kiribû. Di vê serdanê de alî li ser gavên stratejîk ên di warên lojistîk û rêhesinê de gihîştibûn lihevkirinê.