Wesayîta ku tîma Qamişlo Sporê dibir rastî qezayê hat, 6 kes birîndar bûn

Çi çêbû?
Wesayîta ku lîstikvanên tîma futbolê ya Sporê li hildigirtin, li ser Rêya M4ê ya navneteweyî rastî qezayeke trafîkê hat. Nûçegihana Rûdawê Vîviyan Fetahê ragihand ku di qezayê de 5 lîstikvanên tîmê û ajokarê wesayîtê birîndar bûn.
Qeza li gundewarê bajarê li Rojava çêbû. Hat ragihandin ku wesayîta tîmê dema li ser Rêya M4ê diçû, li nêzîkî gundê Til Erbîdê rastî qezayê hatiye. Sedema sereke ya ku wesayît ji kontrolê derket hîn ne diyar e.
Yekser piştî qezayê, tîmên tenduristiyê gihîştin cihê bûyerê. Tîman li cihê qezayê alîkariya destpêkê da birîndaran. Paşê hemû birîndar ji bo dermankirinê bi ambulansan hatin rakirin nexweşxaneyê.
Heta niha derbarê rewşa tenduristiya birîndaran de agahiyeke berfireh nehatiye dayîn. Bijîşk xebatên xwe yên dermankirinê didomînin.