Birêvebiriya Herêma 12emîn a Keşnasiyê ya Tirkiyeyê hişyariya cemeda çandiniyê da

Çi çêbû?
Li parêzgeha Erziromê ya Bakurê Kurdistanê barana ku tevahiya rojê barî, di saetên êvarê de veguherî berfê. Bi barîna xurt navenda bajêr spî bû. Hatin û çûna wesayîtan jî asteng bû.
Li Erziromê pileya germahiyê daket bin sifirê. Cade û kolan di demeke kurt de bi berfê hatin nixumandin. Ajokaran car caran di ajotinê de zehmetî kişand. Hinek welatî derketin kolanan. li ber avahiyên dîrokî kêfa xwe bi berfê anî.
Li aliyê din, Birêvebiriya Herêma 12emîn a Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ragihand ku ji ber zêdebûna bandora hewaya sar hişyariya cemeda çandiniyê dide. Hişyarî parêzgehên Erzirom, Erzingan û Erdexanê yên Bakurê Kurdistanê digire nav xwe. Hişyarî parêzgeha Bayburtê ya Tirkiyeyê jî digire nav xwe.
Birêvebiriyê ragihand ku ji Şemiyê, 7ê Mijdarê û pê ve, li seranserê herêmê dê qeşa çêbibe. Birêvebiriyê her wiha diyar kir ku li hinek cihan dê qeşa dijwartir be.
Birêvebiriyê ji cotkaran û ji kesên ku bi karê çandiniyê mijûl dibin xwest ku baldar bin. Wê ragihand ku divê ev kes li hemberî zerar û metirsiyên ku ji cemedê çêbibin tedbîran bigirin.