Balyozê Ukraynayê Kurdan wek şervanên dijwar bi nav dike

Çi çêbû?
Balyozê Ukraynayê yê li Îraqê Îvan Dovhaniç, roja Sêşemê, 20ê Cotmeha 2026an, behsa aliyên hevpar ên gelên Ukraynayê û Kurd kir. Li gorî Dovhaniç, taybetmendiya herî diyar a ku her du gelan dike yek ev e ku ew şervanên jêhatî ne û di dirêjahiya dîrokê de di serdemên giran û tarî re derbas bûne. Balyoz her wiha got ku her du gel bi durustiya xwe û bi şiyana avakirina dostaniyên xurt derdikevin pêş.
Li gorî agahiyên ku Dovhaniç dane, zêdetirî 700 hemwelatiyên Ukraynayê bi awayekî daîmî li Îraqê dijîn. Zêdetirî nîvê , yanî zêdetirî 400 kes, li Herêma Kurdistanê ne. Balyoz diyar kir ku piraniya van kesan li Hewlêrê, paytexta herêmê, û piştre li Silêmaniyê kom bûne.
Dovhaniç got ku wî bi nûnerên civaka Ukraynî ya li Hewlêrê re hevdîtin kiriye û ew ji rewşa xwe gelekî razî ne. Balyoz dibêje ku ew wek balyoz spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike, ji ber ku ev jîngeha ewle pêşkêş kiriye ku dihêle Ukraynî xwe li welatê xwe yê duyem hîs bikin. Wî her wiha got ku ew dizane di nav hawîrdoreke herêmî ya bêîstîqrar de dabînkirina şert û mercên wiha guncav çiqas zehmet e.
Dovhaniç dibêje ku helwesta hikûmet û gelê Herêma Kurdistanê cihê qedir û rêzeke mezin e û Ukrayniyên li vir ne penaber in, lê di nav aramî û rehetiyê de dijîn.
Balyoz behsa nêrîna xwe ya li ser gelê Kurd kir û dibêje ku Kurd di nav trajedî û rojên gelekî tarî re derbas bûne. Wî her wiha dibêje ku ew li Ukraynayê Kurdan wek şervanên bêhempa û wek gelekî dibînin ku dikare li hember dijminên ku ji aliyê hêz û îmkanan ve ji wî bihêztir in raweste.
Dovhaniç got ku Ukrayna jî li cîhanê bi dîroka xwe ya tal tê naskirin. Wî bi bîr xist ku welatê wî di dirêjahiya dîrokê de di navbera gelek împaratoriyan de hatiye parvekirin û windahiyên giran dane. Balyoz dibêje ku niha Ukraynî wek şervanên jêhatî tên dîtin ku dikarin li hember hemû zehmetî û reqîban rawestin, loma ew di gelek aliyan de dişibin Kurdan.
Dovhaniç di dawiya axaftina xwe de dibêje ku Ukraynî û Kurd bi tevahî durust in û her tim amade ne ku bibin dostên rastîn.