Cîgirê Parêzgarê Ûrmiyeyê Mehdî Rostemî: Ava golê zêde bûye

Çi çêbû?
Li gorî daxuyaniya Mehdî Rostemî, cîgirê parêzgarê Ûrmiyeyê yê berpirsê karên avedaniyê, Gola Ûrmiyeyê ya li Rojhilatê Kurdistanê ji nû ve vedijî. Rostemî got ku qebareya ava golê li gorî sala borî 10 qat, rûbera wê jî çar qat mezin bûye. Cîgirê parêzgar hejmarên nû roja Yekşemê, 1ê Mijdara 2026an ragihandin.
Rostemî behsa guhertina rûberê kir û got ku rûbera Gola Ûrmiyeyê niha ji hezar û 971 kîlometreçargoşeyan derbas bûye. Wî diyar kir ku di heman dema sala borî de rûbera golê tenê 460 kîlometreçargoşe bû û bi vî awayî çar qat zêde bûye.
Cîgirê parêzgar her wiha li ser miqdara ava ku di golê de kom bûye agahî da û got ku qebareya ava golê niha gihîştiye 2 milyar û 550 milyon metrekûban. Wî diyar kir ku ev miqdar 10 qatê heman dema sala borî ye.
Rostemî diyar kir ku asta ava golê gihîştiye hezar û 270 metre û 59 santîmetreyan li ser asta deryayê. Wî got ku asta avê li gorî sala borî zêdetirî 1 metre û 10 santîmetreyan bilind bûye.
Rostemî behsa xebatên ji bo berdewamiya vejînê jî kir û got ku hemû hewla xwe daye da ku ji barînên îsal sûd werbigrin û golê ji hişkbûnê rizgar bikin. Wî diyar kir ku ev hewl bi berdana domdar a avê ji bendavan, bi paqijkirina bisterên çeman û bi pêşîgirtina li bêhûde xerckirina avê hatiye dayîn.
Gola Ûrmiyeyê gola herî mezin a Îranê û Rojhilatê Kurdistanê ye. Ew her wiha duyemîn gola şor a herî mezin a cîhanê ye. Di salên avdar de rûbera wê ji 6 hezar kîlometreçargoşeyan derbas bûbû. Di wan deman de zêdetirî 32 milyar metrekûb av di golê de hebû. Di bîst salên dawî de gol bi metirsiya hişkbûna bi tevahî re rû bi rû ma. Sedemên vê metirsiyê guhertina avhewayê û bi dehan bendavên ku li ser çavkaniyên golê hatibûn avakirin bûn.