Birêvebirê Heyva Sor a Urmiyeyê: Di lehiyê de 2 kes mirin

Çi çêbû?
Birêvebirê Heyva Sor a Urmiyeyê Hemîd Mehbûbî ragihand ku barana xurt û zîpikê li bakurê Urmiyeyê lehî çêkir û di lehiyê de 2 kes jiyana xwe ji dest dan. Urmiye li Rojhilatê Kurdistanê ye û bi parêzgeha Azerbaycana ya Îranê ve girêdayî ye. Baran li 5 gundên girêdayî navçeya Selmasê û li gundekî girêdayî Makûyê bû sedema lehiyê. Gundên Selmasê li ser rêya sereke ya di navbera Selmas û Xoyê de ne.
Komeleya Heyva Sor a Urmiyeyê ragihand ku wê 9 tîmên lêgerîn û rizgarkirinê yên ji 43 kesan pêk tên şandine herêmên ku lehiyê bandor li kiriye. Hat ragihandin ku tîm li herêmê alîkariya xelkê zirardîtî dikin.
Li gorî Mehbûbî, lehiyê bandor li gundên Şorik, Kaniyan, Sêlav, Şekeryazî û Mafî Kendî yên girêdayî Selmasê kir. Li gorî daxuyaniya Mehbûbî, li gundê Kaniyanê 2 kes mirin. Mehbûbî got ku yek ji wan keçeke 10 salî bû, yê din jî zilamekî 63 salî bû.
Mehbûbî diyar kir ku 17 mal li van gundan di bin avê de man. Li gorî agahiyên birêvebir, ji ber vê rewşê 78 gundî hatin veguhastin cihên ewle.
Lehiyê li rêya sereke ya di navbera Selmas û Xoyê de jî da. Hat ragihandin ku rê çend saetan li ber hatin û çûnê hat girtin.
Mehbûbî ragihand ku lehiyê bandor li gundê Evlenlerê yê girêdayî Makûyê jî kir. Birêvebirê Heyva Sor behsa rewşa gund kir û got ku av ketiye nav 7 malan û 24 şêniyên gund hatine veguhastin cihên ewle.