Wesfî Asî dê li Kerkûkê li şûna Muhemed Temîm bibe parlamenter

Çi çêbû?
Li Îraqê, Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan ji bo sê kursiyên vala yên parlamentoyê û endametiyeke encumena parêzgehê çar berendamên cîgir pejirandin. Berdevka Komîsyonê Cumane Xelayî ragihand ku biryar roja Sêşemê, 20ê Cotmeha 2026an hatiye dayîn. Li gorî Xelayî, Encumena Komîseran di civîna xwe ya asayî de bi dengê hemûyan biryar da. Encumenê guhertina kursiyên , Bexda û Kerbelayê yên di xula şeşem a parlamentoya Îraqê de pejirand. Kursiyeke vala ya Encumena Parêzgeha Besrayê jî hat dagirtin.
Li gorî biryara Encumenê, Wesfî Asî Huseyn Elî Ubeydî ji bazneya hilbijartinê ya parêzgeha Kerkûkê ya Îraqê li şûna Muhemed Elî Muhemed Temîm wek parlamenterê nû hat diyarkirin. Ubeydî di hilbijartina dawî ya parlamentoya Îraqê de ji lîsteya Partiya Teqedum berendam bûbû. Wî di xula berê de jî parlamenterî kiribû.
Li bazneya hilbijartinê ya parêzgeha Bexdayê, Elî Muhemed Feylî ji Hevpeymaniya Esasî ya Îraqî li şûna Muhsin Mendelawî hat pejirandin. Li bazneya hilbijartinê ya parêzgeha Kerbelayê jî Huseyn Ehmed Malikî ji Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê li şûna Yasir Malikî wek parlamenter hat pejirandin.
Ev guhertin piştî rûniştina parlamentoya Îraqê ya roja Pêncşemê, 15ê Cotmeha 2026an, kete rojevê. Di wê rûniştinê de Temîm û Mendelawî wek cîgirên serokwezîrê Îraqê dengê pêbaweriyê wergirt. Yasir Malikî jî wek Wezîrê Karên Navxwe dengê pêbaweriyê wergirt. Bi vî awayî her sê nav ji parlamenteriyê veqetiyan. Komîsyon dê navên nû ji bo sondxwarina destûrî bişîne serokatiya parlamentoya Îraqê. Parlamenterên nû piştî sondxwarinê dê bi fermî dest bi kar bikin.
Komîsyonê herwiha Saîr Selman Ferhûd Şerîf Salihî ji Hevpeymaniya Tesmîm wek endamê nû yê Encumena Parêzgeha Besrayê diyar kir. Salihî cihê Ce'fer Senex Ce'fer Hecac girt. Hecac li Encumena Parêzgeha Besrayê serokê Komîsyona Ciwanan û Werzişê bû. Hecac di 3ê Cotmeha 2026an de ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da.
Hejmara dengên ku çar navên nû di hilbijartina dawî de wergirtine wiha ye:
| Wesfî Asî Huseyn Elî Ubeydî | 11102 |
|---|---|
| Elî Muhemed Feylî | 4234 |
| Huseyn Ehmed Malikî | 16294 |
| Saîr Selman Ferhûd Şerîf Salihî | 4491 |