Îraq dê ji Kerkûkê ber bi Sûriyeyê û Tirkiyeyê ve du xetên boriyê yên neftê bikişîne

Çi çêbû?
Wezareta Neftê ya Îraqê hûrguliyên projeya ji nû ve xebitandina xeta boriyê ya neftê ya -Baniyasê bi Sûriyeyê re eşkere kirin. Berdevkê wezaretê Selîm Rukabî roja Yekşema 1ê Mijdara 2026an ragihand ku kapasîteya veguhastinê ya rojane ya xetê dê bigihêje yek milyon bermîlan. Rukabî got ku ev xet dê cihê xeta Kerkûk-Ceyhanê negire û her wiha ber bi Pêşabûrê ve dê xeteke boriyê ya duyemîn jî were kişandin.
Rukabî got ku kapasîteya herî bilind a xeta boriyê ya Baniyasê dê rojê yek milyon bermîl be. Wî her wiha got ku ev xet dê cihê xeta Kerkûk-Ceyhanê negire. Bi gotina wî, proje raxistina xeteke boriyê ber bi bendera Baniyasê ve dihewîne. Wî diyar kir ku ber bi Pêşabûrê ve jî dê xeteke din hebe.
Derbarê aliyê cîbicîkar û danûstandinan de, berdevk diyar kir ku berê bi konsorsiyûmeke ku ji şîrketên Amerîkî û Qeterî pêk tê re bîrnameya têgihîştinê hatibû îmzekirin. Wî got ku gelek komîteyên hevbeş hatine avakirin û danûstandinên hîn jî didomin. Rukabî da zanîn ku komîteyên aborî, teknîkî û peymanê hatine avakirin. Wî got ku ew hêvî dikin heta dawiya îsal danûstandin bi encam bibin û ew bigihêjin reşnivîseke lihevkirî ya peymanê.
Mijara Kerkûk-Baniyasê piştî ku Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî di dawiya meha Cotmehê de çû Şamê ket rojevê. Elî Zeydî bi Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şera re li ser pêşxistina têkiliyên siyasî û aborî gotûbêj kir. Di serdanê de mijara sereke hinardekirina nefta Îraqê bi rêya benderên Sûriyeyê yên li peravên Deryaya Navîn bû.
Îsal di meha Tîrmehê de, şandeke payebilind ji Îraqê û Sûriyeyê li Washingtonê bi konsorsiyûmeke navneteweyî re bîrnameya têgihîştinê îmze kir. Ev konsorsiyûm ji şîrketa Amerîkî Chevron, şîrketa Qeterî UCC û TI Capital pêk tê. Rêkeftinê ji bo nûkirin û kişandina xeteke nû ya boriyê ya neftê ji Hadîseyê heta Baniyasê lêkolîneke teknîkî, aborî û darayî pêşbînî dikir.
Xeta boriyê ya neftê ya Kerkûk-Baniyasê, ku sala 1952an bi dirêjahiya nêzîkî 800 kîlometreyan hatibû avakirin, piştî şerê Îraqê yê sala 2003an ji kar ket. Di şerê DAIŞê de jî binesaziya wê zirareke mezin dît.