Li gundewarê Dêrikê li Rojava ciwanek di Çemê Dîcleyê de xeniqî
1 xulek xwendin

Çi çêbû?
Ciwanekî 22 salî li nêzîkî Deriyê Sînorî yê Sêmalkayê, ku li gundewarê Dêrikê li ye, di avên Çemê Dîcleyê de xeniqî. Xebatên lêgerînê ji bo gihîştina termê ciwan berdewam in.
Hat ragihandin ku ciwanê bi navê Macid Receb, ji gundê Ebû Cirî yê gundewarê Til Koçerê, roja Şemiyê, 31ê Cotmehê, li nêzîkî deriyê sînorî di ava çem de xeniqiye. Hêj negihîştine termê ciwan.
Bi destpêka demsala baranê re, asta ava Çemê Dîcleyê bi awayekî berbiçav bilind dibe. Hat gotin ku ev rewş metirsiyên avjeniya di çem de zêde dike. Ji bo pêşîgirtina li bûyerên xeniqînê, gelek caran hişyarî tên dayîn ku nêzî çem nebin û di ava wî de avjenî nekin.