Herêm
Rojavayê Kurdistanê

Peyva rojava di kurmancî de tê wateya aliyê ku roj lê ava dibe. Li gorî vekolerê kurd Mehrdad Izady, nêzî ji sedî 6ê axa Kurdistanê di nav sînorên Sûriyê de ye. Piraniya kurdên Sûriyê bi kurmancî diaxivin.
Sînorê navbera Sûriyê û Tirkiyeyê di sala 1921an de bi piranî li ser xeta trênê ya Bexdayê hat xêzkirin. Qamişlo li aliyê Sûriyê yê xeta trênê, li hember Nisêbînê, mezin bû. Partiya siyasî ya yekem a kurdan li Sûriyê di sala 1957an de hat damezirandin.
Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) di Cotmeha 2011an de bi piştevaniya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hat damezirandin. Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ji aliyê îdeolojiyê ve bi PKKê ve girêdayî ye. Dorpêça DAIŞê ya li ser Kobaniyê di Rêbendana 2015an de hat şikandin. Hêzên Pêşmerge yên Herêma Kurdistanê di Cotmeha 2014an de beşdarî parastina Kobaniyê bûn. Di Rêbendana 2026an de serokê Sûriyê bi fermanekê kurdî wekî zimanekî neteweyî nas kir.
Nûçeyên têkildar
- Koçberên Girê Spî yên li Reqayê ji bihayê dermanan gazinde dikinEdûl Elî, nexweşa dil a ku ji Girê Spî koçber bûye, diyar kir ku ew nikare bêyî ti alîkariyê lêçûna dermanan a heftane ya 50 dolarî bide. Wê daxwaza alîkariyê kir.
- Îlham Ehmed: Mana çekdaran li Efrînê li pêşiya vegera tevahî asteng eLi gorî Ehmed, desteserkirina xaniyan, erdên çandiniyê û berhema zeytûnê li Efrînê koçberkiriyan bi kirdarî ji mafê vegerê bêpar dihêle.
- Di lehiyên Reqa û Dêrezorê de pênc kes jiyana xwe ji dest danLi gorî agahiyên ku Wezîrê Rewşên Awarte û Rêveberiya Karesatan yê Sûriyeyê Raîd es-Salih dane, tîman 15 sivîlên ku di wesayîtan de asê mabûn rizgar kirin û 375 malbat jî ji kampên gundewarê Reqayê hatin valakirin.
- Ehmed Mûrad: Zanîngehên Rojava û Kobanî dê bi dewletê ve bên girêdanLi gorî Mûrad, Zanîngeha Rojava dê bi Zanîngeha Firatê ve, Zanîngeha Kobanî jî dê bi Zanîngeha Helebê ve bê girêdan.
- Lehiyê li kampên koçberan ên li Rojava da, 150 malbat hatin veguhestinMihemed Haco, endamê Komîteya Koçberên Serêkaniyê, diyar kir ku li kampên bê elektrîk zarok herî zêde bûne mexdûr û ji Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî alîkariya lezgîn xwest.
- Dibe ku Çemê Xabûrê li Hesekê ya Rojava rabe, tedbîr tên girtinRêveberê Rêveberiya Rewşên Awarte û Birêvebirina Karesatan a Hesekê Ebdulhelîm eş-Şehab got ku di dema xebatan de Pira el-Beyrûtî dê bi temamî li ber hatûçûnê were girtin. Wî got ku ev girtin ji bo meşandina karan neçar e.
- Sûriyeyê postexaneyên Tirk ên li gundewarên Hesekê, Reqayê û Helebê wergirtinLi gorî daxuyaniya Saziya Postaya Sûriyeyê, armanca radestkirinê ev e ku şax ji nû ve bikevin xebatê û xizmetên postayê û darayî pêşkêşî welatiyan bikin û hevkariya di navbera rêveberiyên postayê yên her du welatan de xurt bibe.
- Dozgerê Giştî yê Hesekê: Dosyeyên Girtîgeha Xiwêranê radestî Dozgeriya Giştî hatin kirinLi gorî daxuyaniya Xazî Şêx Îbrahîm, dosyeyên girtiyên Girtîgeha Navendî ya Xiwêranê ketin bin çavdêriya rasterast a Dozgeriya Giştî ya Hesekê. Hat ragihandin ku zêdetirî 500 zindanî di girtîgehê de hene.
- Li Dêrikê gundiyên Robariya erdên xwe yên ku bi Kembera Erebî hatibûn standin cot kirinLi gorî gotinên Bavê Zana, hêzên Asayîşê soz dan ku doza gundiyan bi awayekî fermî bişopînin, gundiyan jî ragihand ku ew ê tu carî destûr nedin ku Erebên Xemer erdên wan cot bikin.
- Lêçûna kêm çandiniya kuncî li Girê Spî ji nû ve geş kirLi gorî bazirgan Ehmed Balis, bihayê tonek kuncî li bazarê dikare bigihîje nêzîkî 1200 dolarî.
- Pisporek: Bûyerên xetên gazê li Sûriyeyê bûn sedema ziyaneke bi milyonan dolaranLi gorî pisporê aboriyê Mehmûd Ebdulkerîm, sê bûyerên dawî nehişt ku nêzîkî heşt milyon metrekûb gaz bigihîje santralan. Ziyana giştî di navbera 4 û 19 milyon dolaran de tê texmînkirin.
- Wesayîta ku tîma Qamişlo Sporê dibir rastî qezayê hat, 6 kes birîndar bûnLîstikvanên ku di qezayê de birîndar bûn û ajokarê wesayîtê, piştî alîkariya destpêkê ya tîmên tenduristiyê, hatin rakirin nexweşxaneyê.
- Penaberekî Efrînî ji ber qezayeke trafîkê ya li Dihokê jiyana xwe ji dest daTermê Oso yê ku bavê çar zarokan bû, hat şandin Efrînê.
- Birêvebiriya Çandiniyê ya Efrînê: Berhema zeytûnê dê ji 226 hezar tonan derbas bibeLi gorî Birêvebiriya Çandiniyê ya Efrînê, tevî barana zêde, hilberîna li zeytûnistanên nêzîkî 190 hezar hektarî negihîşt asta herî bilind a ku dihat çaverêkirin.
- Piştî operasyona ewlehiyê ya li Rankûsê, xelkê ji hikûmetê daxuyanî xwestLi gorî daxuyaniya yekeyên ewlehiyê, operasyon li dijî şaneyeke DAIŞê bû. Xwepêşanderan jî lêpirsîneke şefaf û lêborîneke fermî xwest.
- Îsam Dimeşqî ji bo Sûriyeyê nenavendîbûna berfireh û diyaloga neteweyî pêşniyar kirLi gorî Dimeşqî, divê qanûneke partiyan were derxistin ku beşdariyeke berfirehtir di biryardanê de misoger bike û di tayînkirinên îdarî de lêhatîbûn bingeh be.
- Wezîrê Ragihandinê yê Sûriyeyê û Parêzgarê Hesekê li Şamê li ser medyayê civiyanLi gorî daxuyaniya parêzgehê, aliyan medya wekî beşeke temamker a pêvajoya yekbûna niştimanî dît. Wan diyar kir ku cihêrengiya civakî dê were berçavgirtin.
- Nûneratiya ENKSê ya Ewropayê: Beşdarî xwepêşandanên li Almanyayê nebinNûneratiya ENKSê ya Ewropayê tekez kir ku divê destkeftiyên Kurdên li xerîbiyê û yekîtiya di nava refên Kurdan de bên parastin.
- Rêxistina Ewropayê ya PDK-S bang li civaka kurd kir ku beşdarî xwepêşandanan nebeRêxistinê diyar kir ku piştî xwepêşandanên plankirî dibe ku milk bên xerakirin û zirar bigihêje berjewendiyên civakê. Wê bang li civaka kurd kir ku bi hişyarî tevbigere.
- Li bajarê Serêkaniyê hemû karên avakirinê hatin rawestandinLi gorî Encumena Bajêr a Serêkaniyê, xwediyên milkan û peymankar bêyî ku destûrnameya avakirinê werbigirin nikarin avakirinê bidomînin. Heke wisa nebe, dê pêvajoya qanûnî bê destpêkirin.