Herêm
Rojavayê Kurdistanê

Peyva rojava di kurmancî de tê wateya aliyê ku roj lê ava dibe. Li gorî vekolerê kurd Mehrdad Izady, nêzî ji sedî 6ê axa Kurdistanê di nav sînorên Sûriyê de ye. Piraniya kurdên Sûriyê bi kurmancî diaxivin.
Sînorê navbera Sûriyê û Tirkiyeyê di sala 1921an de bi piranî li ser xeta trênê ya Bexdayê hat xêzkirin. Qamişlo li aliyê Sûriyê yê xeta trênê, li hember Nisêbînê, mezin bû. Partiya siyasî ya yekem a kurdan li Sûriyê di sala 1957an de hat damezirandin.
Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) di Cotmeha 2011an de bi piştevaniya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hat damezirandin. Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ji aliyê îdeolojiyê ve bi PKKê ve girêdayî ye. Dorpêça DAIŞê ya li ser Kobaniyê di Rêbendana 2015an de hat şikandin. Hêzên Pêşmerge yên Herêma Kurdistanê di Cotmeha 2014an de beşdarî parastina Kobaniyê bûn. Di Rêbendana 2026an de serokê Sûriyê bi fermanekê kurdî wekî zimanekî neteweyî nas kir.
Nûçeyên têkildar
- Erdogan: Bawer dikim ku dê li Sûriyeyê rûpeleke nû vebibeErdogan dibêje ku ew bawer dikin ku bi temambûna pêvajoya entegrasyona HSDyê ya li bakur, dê li Sûriyeyê rûpeleke nû vebibe û dema hesabdayînê ji bo kesên ku xwîn rijandine hatiye.
- Ebdulbaqî Dervîş: Di qezaya Dihokê de sê penaberan jiyana xwe ji dest daLi gorî agahiyên ku Dervîş dane, wesayît ji şerîda xwe derket û piştî nêzîkî 50 metreyan wergeriya. Di qezayê de birayê wî Ebdulezîz Dervîş, hevjîna wî û kurê wî jiyana xwe ji dest da.
- HRW: Nepejirandina YPJê di nav artêşê de jinan sînordar dikeLi gorî rapora HRWê, jin li akademiyên parastin û ewlehiyê nayên wergirtin û ji enstîtuyên teknîkî û karên giştî jî tên dûrxistin.
- Wezîrê Pîşesaziyê yê Sûriyeyê bi Parêzgarê Hesekê re li ser dezgeh û xizmetan axivîLi gorî daxuyaniya wezaretê, her du aliyan diyar kir ku xurtkirina hevrêziya di navbera wezaretê û rêveberiya parêzgehê de û derbaskirina dijwariyên li qadê dê alîkariya aramiya bazaran bikin.
- Banka Çandiniyê dayîna fatoreyên genim li Hesekê rêk xistLi gorî bexşnameya bankê, cotkarên li Hesekê û Reqayê ku heta 5 milyon lîre heqê wan heye, dê hemû pereyê xwe wergirin. Heqê yên ku ji vê miqdarê zêdetir e jî dê bi du qistan bê dayîn.
- Nivîskar Omer Koçerî helwesta ENKSê ya derbarê Foruma MERI de rast dîtENKSê di daxuyaniya xwe de ragihand ku nabe aliyên siyasî yên ku dijberê ramana PKKê ne û li welatê xwe xwedî giranî ne, werin paşguhkirin.
- Welatiyekî Efrînî ji Serokkomarê Sûriyeyê Şera vegerandina mala xwe xwestLi gorî daxuyaniya Îsa, leşkerê ku dest danîbû ser mala wî, valakirina malê red kir. Ji ber ku Îsa vegerandina mala xwe xwest, leşker gef li wî xwar.
- Niştecihên Kobaniyê: Em tundkirina çavdêriya bazarê dixwazinLi gorî Rêveberiya Debarê ya Kobaniyê, kêmbûna çalakiyên çavdêriyê ji ber pêvajoya yekbûna sazûmanî û ji nû ve avakirina daîreyan e.
- ENKS û Yekîtiya Siryanî li ser paşeroja Sûriyê axivînENKS û Yekîtiya Siryanî diyar kir ku hevkariya di navbera pêkhateyên Kurd, Ereb û Xiristiyan de dê ji bo aramî û ewlehiyê bibe alîkar.
- Li Hesekê Banka Pîşesaziyê careke din dest bi dayîna mûçeyên teqawidan kirLi gorî agahiyên ku Rêveberê Şaxê Mehmûd Îdrîs dan, teqawid neçar diman ku ji bo wergirtina mûçeyên xwe biçin parêzgehên din.
- Banka Çandiniyê ya Dêrikê: Nêzîkî ji sedî 25ê bihayê genim hate dayînLi gorî Yehya Xidir, eger fînansekirin bi vê astê bidome, pereyên genim ên mayî yên cotkaran dikarin di nava du mehan de bi temamî bên dayîn.
- Hesekê dest bi nûjenkirina binesaziya 8 nanxaneyên giştî kirLi gorî daxuyaniya rêvebir Mihemed Şewqî Mihemed, ev gav piştî îmzekirina girêbestên weberhênanê ji bo 17 nanxaneyan hat avêtin û armanca wê bilindkirina kalîteya nên e.
- Li Tirbespiyê piştî 25 bûyerên jehrîbûnê xwaringehek hat mohrkirinSerokê Daîreya Parastina Xerîderan û Ewlehiya Xwarinê Samer Muhammed diyar kir ku 25 kesên ku berhemên fast foodê yên ji xwaringehê hatine kirîn xwaribûn, bi gilîyê vereşînê, êşa zikê û zikêşiyê serî lê dane.
- Saziya Firnên Sûriyeyê li Hesekê sedema greva Xaburê ragihandAlî Xelîf, berpirsê şaxê Hesekê yê Saziya Firnên Sûriyeyê, ragihand ku karkerên firna el-Habûrê rewşa ku wan wek kêmkirina mehaneyê bi nav kirine protesto kirine û firn piştre bi tevahiya kapasîteyê vegeriya ser hilberînê.
- Daxwaza kontrola çekan li Hesekê, guleyên serberdayî canê mirovan girtinLi taxên Mişrefe û Til Hecer ên Hesekê, di du bûyerên cuda de du zarok bi guleyên serberdayî jiyana xwe ji dest dan.
- 6 hezar darên zeytûnê yên Efrînê li Hewlêrê fêkî danXwediyê zeytûnistanê got ku fêkîdana daran li Hewlêrê hesta didiyê ku ji rehên xwe neqetiyaye.
- Li Hesekê di xwenîşandaneke alîgirê Şamê de ala partiyeke Kurdan hat şewitandinXwenîşanderên ku ji taxa ku Ereb lê piranî ne meşiyan, xwestin ku rêveberiya dualî ya li parêzgehê bi dawî bibe, SOHRê jî got ku di hin ji bangewaziyên xwenîşandanê de teşwîqa li dijî Kurdan heye.