Herêm
Bakurê Kurdistanê

Bakurê Kurdistanê navê beşa Kurdistanê ye ku di nav sînorên Tirkiyeyê de ye. Çemên Dîcle û Firatê ji Bakurê Kurdistanê derdikevin. Çiyayê Agirî û Gola Wanê jî li Bakurê Kurdistanê ne.
Di serdema Osmanî de mîrektiyên kurdan ên wekî Botan û Bedlîsê li Bakurê Kurdistanê bûn. Di salên destpêkê yên Komara Tirkiyeyê de serhildana Şêx Seîd (1925), serhildana Agiriyê (1927-1930) û komkujiya Dêrsimê (1937-1938) qewimîn. Ji sala 1984an vir ve di pevçûna çekdarî ya navbera PKKê û dewleta Tirkiyeyê de zêdetirî 40 hezar kes mirine.
Gelek partiyên ji HEPê heta DEM Partiyê hatine girtin. Ji sala 2016an vir ve li şûna hinek şaredarên hilbijartî qeyûm hatine tayînkirin. Pêvajoya ku hikûmeta Tirkiyeyê navê "Tirkiyeya bê teror" lê kiriye û DEM Partiyê jî pejirandiye, di Cotmeha 2024an de dest pê kir. PKKê di Gulana 2025an de ragihand ku xwe fesix kiriye.
Nûçeyên têkildar
- Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê serdana Dayîkên Aştiyê kirBakirhan û Hatîmogullariyê bang li hikûmetê kir ku daxwazên dayîkan li ber çavan bigire.
- Pervin Buldan îdiaya Umit Ozdag a derbarê Ocalan de red kirLi gorî Buldan, bi guhertina cih statuyeke fermî ji Ocalan re nehatiye dayîn, statuya wî ya hiqûqî neguheriye û ew nehatiye berdan. Bi gotina wê, tenê rêkxistina ku hatiye kirin bi şertên xebatê ve girêdayî bû.
- DEM Partî: Endamên meclîsê dê di bin sîwana partiyê de kar bikinLi gorî daxuyaniya Desteyê, piştî ku di nav du sal û nîvan de qeyûm li gelek şaredariyan hatin tayînkirin û serokên şaredariyan hatin girtin, endamên meclîsê îradeya tevlîbûna DEM Partiyê nîşan dan.
- Pervîn Buldan: Ocalan derneketiye derveyî girtîgehêLi gorî Buldanê, Ocalan du sal in li bendê ye ku daxwaza wî ya hevdîtina bi beşên cuda yên civakê re were bicihanîn.
- Mithat Sancar: Abdullah Ocalan li Îmraliyê derbasî cihekî nû bûyeMehmet Ocalan jî diyar kir ku ew ji veguhestina birayê xwe yê mezin bo cihekî nû ne agahdar in.
- Berdevkê Artêşa Îranê: Trump nikare şer rawestîneLi gorî berdevkê artêşa Îranê, Lîwa Mihemed Ekremî Niya, Serokê Amerîkayê Trump nikare rêrewa şerekî gengaz diyar bike û nikare mercên agirbestê ferz bike.
- Polîsê Îngilistanê zavayê Mela Krêkar desteser kirLi gorî daxuyaniya Wezareta Navxwe ya Îngilistanê, kesê ku ketina wî ya neqanûnî hatiye diyarkirin, dê careke din ji welat were derxistin. Ketina wî ya welat jî dê bi awayekî daîmî were qedexekirin.
- Yek ji damezrînerên Koma Amed, Birkan Çelîk jiyana xwe ji dest daBirkan Çelîk li mala xwe ya li navçeya Selîmê ya Qersê krîza dil derbas kir. Tevî ku ew hat birin nexweşxaneyê jî, jiyana wî nehat rizgarkirin.
- Li 3 parêzgehên Bakurê Kurdistanê berf barîLi Mûşê tîman ji bo vekirina rêyan dest bi rakirina berfê kir. Navenda Skiyê ya Sariqamîşê ya Qersê û Çiyayê Palandokenê yê Erziromê jî spî bûn.
- Li Amedê cotkarên pembû di berhevkirina zû de qezenc nekirinLi gorî hilberînerê pembû Elî Arslan, tevî ku lêçûna her donimekê 24-25 hezar lîre ye, dahat ji vê mîqdarê derbas nabe û tu qezenc di destê wan de namîne.
- Prof. Dr. Mesut Yegen: Pêvajo di Pirsgirêka Kurd de dereng mayeLi gorî Yegen, DEM Partî ji her du aliyan ve tê tengavkirin. Bi gotina wî, berdana kesên wekî Selahattîn Demîrtaş dikare enerjiyeke nû bide partiyê.
- Nikola Sefin, Filistîniyekî li Stenbolê ku meraqa fêrbûna Kurdî dikeBijîşkê Filistînî Nikola Sefin got ku pirsa Filistînê û pirsa Kurd nêzîkî hev in û her du gel jî bêriya azadiyê dikin.
- Wezareta Perwerdeya Neteweyî ya Tirkiyeyê ji bo dibistana navîn e-pirtûkeke Kurdî weşandWezareta Perwerdeya Neteweyî ragihand ku ew ê pirtûkên polên 6, 7 û 8an jî amade bike. Bi vî awayî bernameya fêrkirina Kurdî ya asta dibistana navîn dê amade bibe.
- Festîvala Erziromê li Enqereyê hat lidarxistinLi gorî Serokê Federasyona Komeleyên Erziromê Alpay Bektaş, ji sedî 90ê beşdarên festîvalê cotkar û esnafên Erziromê bûn.
- Nûneratiya Stenbolê ya PWKê helbestvanê Kurd Cegerxwîn bi bîr anîLi gorî daxuyaniya Buroya Ragihandinê ya Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), endamê Meclîsa Partiyê Abdulmecîd Kapazan di çalakiyê de behsa rola pêşeng a Cegerxwîn di hişyariya neteweyî ya kurdî û edebiyata nûjen a kurdî de kir.
- Li Agiriyê tirek û otomobîlek li hev ketin, 4 kes mirinHat ragihandin ku kesên di qezayê de jiyana xwe ji dest dane 15, 36, 62 û 72 salî bûn. Herwiha hat ragihandin ku ajokarê tirê yê birîndar li Nexweşxaneya Dewletê ya Hamûrê tê dermankirin.
- Tuncer Bakirhan li Amedê bi partî û saziyên kurdan re civiyaLi gorî Tuncer Bakirhan, divê şert û mercên jiyana Abdullah Ocalan werin başkirin, Selahattin Demirtaş û Figen Yuksekdag werin berdan û li şaredariyên ku qeyûm lê hatine tayînkirin, kesên hilbijartî vegerin ser erkê xwe.
- Li gorî encamên destpêkê, Necdet Takva di hilbijartinên Odeya Bazirganiyê ya Wanê de bi ser ketLîsteya Şîn a bi serokatiya Takva di hilbijartinê de di 10 komên pîşeyî de bi ser ket.
- Hejmara şaredariyên parêzgehan ên di destê DEM Partiyê de ji 10an daket 4anDEM Partiyê ji 10 parêzgehên ku di hilbijartinan de qezenc kiribûn, 6 ji dest dan û niha tenê li 4 parêzgehan di rêveberiyê de maye. Hejmara parêzgehên di bin kontrola AK Partiyê de jî gihîşt 29an.
- Hevserokê Dêrsimê Cevdet Konak ê ku qeyûm li şûna wî hatibû tayînkirin beraat bûDadgehê bi hinceta ku kiryara ku tê îsnadkirin di qanûnê de wekî sûc nehatiye pênasekirin, bi yekdengî biryara beraatê da. Her wiha biryar da ku 65 hezar TL heqê parêzeriyê ji xezîneyê were dayîn.