Herêm
Bakurê Kurdistanê

Bakurê Kurdistanê navê beşa Kurdistanê ye ku di nav sînorên Tirkiyeyê de ye. Çemên Dîcle û Firatê ji Bakurê Kurdistanê derdikevin. Çiyayê Agirî û Gola Wanê jî li Bakurê Kurdistanê ne.
Di serdema Osmanî de mîrektiyên kurdan ên wekî Botan û Bedlîsê li Bakurê Kurdistanê bûn. Di salên destpêkê yên Komara Tirkiyeyê de serhildana Şêx Seîd (1925), serhildana Agiriyê (1927-1930) û komkujiya Dêrsimê (1937-1938) qewimîn. Ji sala 1984an vir ve di pevçûna çekdarî ya navbera PKKê û dewleta Tirkiyeyê de zêdetirî 40 hezar kes mirine.
Gelek partiyên ji HEPê heta DEM Partiyê hatine girtin. Ji sala 2016an vir ve li şûna hinek şaredarên hilbijartî qeyûm hatine tayînkirin. Pêvajoya ku hikûmeta Tirkiyeyê navê "Tirkiyeya bê teror" lê kiriye û DEM Partiyê jî pejirandiye, di Cotmeha 2024an de dest pê kir. PKKê di Gulana 2025an de ragihand ku xwe fesix kiriye.
Nûçeyên têkildar
- Dadgeha Herêmî ya Dadweriyê ya Wanê cezaya girtîgehê ya Mehmet Sidiq Akiş pejirandDadgeha Herêmî ya Dadweriyê ya Wanê biryar da ku girtîbûna Akiş bidome. Dadgehê cezayên neh tawanbarên ku di heman dozê de hatibûn darizandin jî pejirandin.
- Rêveberiya Tevgerê ya PKKyê: Veger bi rewşa yasayî ve girêdayî yeLi gorî Rêveberiya Tevgerê, ji ber ku hikûmetê gavên demokratîk ên pêwîst neavêtin, fikarên li ser asêbûna pêvajoyê zêde bûn.
- Parêzer Cihan Soylemez betalkirina biryara idamê ya Seyîd Riza xwestSoylemez dibêje ku li gorî pêşbiryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), eger bandorên biryarên dadgehên awarte heta îro berdewam bin, divê dewlet bêyî ku li demborînê binêre vê neheqiyê rake û tezmînat bide.
- Helîkoptereke leşkerî ya Tirkiyeyê li Meletiyê ket, çar leşker mirinLi gorî Wezareta Parastina Neteweyî, tîmên ku gihîştin bermahiyên helîkoptera ji cureyê S-70 ya ku li nêzîkî gundê Samankoyê yê navçeya Yeşilyurtê ket, dest bi xebatên lêgerîn û rizgarkirinê kir.
- Tulay Hatimogullari: Komîsyon dikare di destpêka Berfanbarê de were avakirinLi gorî Hatimogullari, dibe ku komîsyon nikaribe yasayan çêbike, lê dikare yasayan pêşniyar bike û divê wek desteyeke şêwirmendiyê tevbigere û berpirsiyariyeke zêdetir bigire ser xwe.
- Serokê Herêma Kurdistanê Barzanî bi von der Leyen re civiyaLi gorî Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de pêwendiyên Yekîtiya Ewropayê û Îraqê, hevkariya avhewayê û aloziyên li Rojhilata Navîn hatin nirxandin.
- Nêçîrvan Barzanî bi Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyeyê re li ser ewlehiyê axivîLi gorî Serokatiya Herêma Kurdistanê, her du aliyan li hev kir ku hevrêziya ewlehiyê bêrawestan berdewam bike.
- Nêçîrvan Barzanî bi Serokê MÎTê Kalin re civiyaLi gorî Kalin, diyalog û hevahengiya nêzîk a di navbera Hewlêr, Bexda û Enqereyê de ji bo aramiya herêmî xwedî giringiyeke kritik e.
- Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan li COP31ê pêşwazî li Nêçîrvan Barzanî kirLi gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî li ser vexwendina fermî ya Erdogan diçe Antalyayê û dê beşdarî rûniştinên Lûtkeya Serkirdeyan bibe.
- Tulay Hatîmoxullarî: Teqîna HABAŞê kuştina kar eHatîmoxullarî got ku teqîna ku qewimî kuştina kar e û ev ne yekem bûyera bi vî rengî ye ku li HABAŞê diqewime.
- Parêzgarê Wanê: Di qezaya Ozalpê de 9 kes jiyana xwe ji dest danParêzgarê Wanê Ozan Balci got ku qeza ji ber lihevketina tirekê û mînîbuseke rêwiyan a bi plakaya Îranê qewimiye. Li gorî wî, ev lihevketin li ser rêyeke ku ji ber barana zêde şemitok bûbû, rû da.
- Birêvebiriya Herêma 12emîn a Keşnasiyê ya Tirkiyeyê hişyariya cemeda çandiniyê daLi gorî daxuyaniya Birêvebiriya Herêma 12emîn a Keşnasiyê ya Tirkiyeyê, li Erzirom, Erzingan, Erdexan û Bayburtê dê qeşa çêbibe. Birêvebiriyê bang li cotkaran kir ku tedbîran bigirin.
- Platforma Em ê Jinkujiyê Rawestînin kuştina 20 jinan ragihandLi gorî rapora platformê, ji 20 jinên ku hatin kuştin, 18 li Tirkiyeyê, du jî li Bakurê Kurdistanê li Meletiyê û Amedê jiyana xwe ji dest dan.
- Başak Demirtaş fakulteya hiqûqê qedand, xwe ji bo parêzeriyê amade dikeBaşak Demirtaş ji bo parêzeriya stajyer serî li Baroya Amedê da. Tê pirsîn gelo ew ê parêzeriya hevserê xwe bigire ser xwe yan na.
- 15 baroyên herêmî ji bo Doza Kobanî serlêdana berdanê kirBaroyan li ser bingeha biryarên binpêkirinê yên teqez ên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) xwest ku Selahattin Demirtaş, Figen Yuksekdag û 11 siyasetmedarên ku di Doza Kobanî de hatine cezakirin werin berdan.
- Polîsên Rihayê H.D.yê ku bi kuştina dayîk û keça wê tê gumankirin girtH.D. ji aliyê tîmên Şaxa Buroya Kuştinê ya Birêvebiriya Ewlehiyê ya Parêzgehê ve li navnîşana ku xwe lê veşartibû hat girtin û binçavkirin.
- Selahattin Demirtaş daxwaza zelalbûna mercên Ocalan kirLi gorî Demirtaş, gava herî lezgîn a pêvajoyê zelalkirina statû û mercên ku Abdullah Ocalan dikare rola xwe tê de bilîze ye.
- Asayîşê qaçaxçiyê têkildarê bûyera xeniqîna 3 zarokan a li Meriçê girtHat ragihandin ku gumanbar di bin çavdêriya rayedarên pêwendîdar de tê ragirtin. Herwiha hat ragihandin ku dê derbarê wî de prosedûrên yasayî bên destpêkirin.
- Devlet Bahçelî: Pêvajoya Tirkiyeya Bê Teror berdewam eBahçelî rexneyên opozîsyonê yên derbarê asêbûna pêvajoyê de qebûl nekirin. Wî îdia kir ku bangên derketina kolanan dê pêşeroja miletî bixin xeterê.
- Li Amedê di qezayeke trafîkê de 2 kes mirin, 12 kes birîndar bûnLi gorî daxuyaniya Walîtiya Amedê, piştî qezayê 8 ambulans û 24 karmendên tenduristiyê hatin şandin herêmê û lêpirsîneke dadwerî jî hat destpêkirin.