Herêm
Bakurê Kurdistanê

Bakurê Kurdistanê navê beşa Kurdistanê ye ku di nav sînorên Tirkiyeyê de ye. Çemên Dîcle û Firatê ji Bakurê Kurdistanê derdikevin. Çiyayê Agirî û Gola Wanê jî li Bakurê Kurdistanê ne.
Di serdema Osmanî de mîrektiyên kurdan ên wekî Botan û Bedlîsê li Bakurê Kurdistanê bûn. Di salên destpêkê yên Komara Tirkiyeyê de serhildana Şêx Seîd (1925), serhildana Agiriyê (1927-1930) û komkujiya Dêrsimê (1937-1938) qewimîn. Ji sala 1984an vir ve di pevçûna çekdarî ya navbera PKKê û dewleta Tirkiyeyê de zêdetirî 40 hezar kes mirine.
Gelek partiyên ji HEPê heta DEM Partiyê hatine girtin. Ji sala 2016an vir ve li şûna hinek şaredarên hilbijartî qeyûm hatine tayînkirin. Pêvajoya ku hikûmeta Tirkiyeyê navê "Tirkiyeya bê teror" lê kiriye û DEM Partiyê jî pejirandiye, di Cotmeha 2024an de dest pê kir. PKKê di Gulana 2025an de ragihand ku xwe fesix kiriye.
Nûçeyên têkildar
- Li Amedê birûsk li xaniyekî ket, dayikek û 2 zarokên wê birîndar bûnHat ragihandin ku dayika birîndar û du zarokên wê ji aliyê tîmên tenduristiyê ve hatine birin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazi Yaşargil a Amedê.
- Fetî Yildiz: 2 hezar û 800 endamên PKKê yên di girtîgehan de dikarin ji qanûnê sûd werbigirinLi gorî Yildiz, ketina meriyetê ya qanûna çarçoveyê bi hilweşandina PKKê, radestkirina çekan û biryara Encumena Ewlehiya Niştimanî ve girêdayî ye.
- Li Ceylanpinarê di qezayeke trafîkê de 2 kes mirin, 5 kes birîndar bûnDi qezaya ku li ser rêya Ceylanpinar-Qoserê qewimî de, 2 kesên ku hatibûn birin nexweşxaneyê nehatin rizgarkirin. Hat ragihandin ku dermankirina 5 birîndaran berdewam dike.
- Dibe ku biryara Encumena Ewlehiya Neteweyî ya piştrastkirina danîna çekan bikeve meha RêbendanêHat ragihandin ku tê payîn berî biryara Encumena Ewlehiya Neteweyî (MGK), kampên Garê û Xakurkê werin valakirin û çekên li wir werin tunekirin.
- Dayikên Şemiyê çarenûsa Hayrettin Eren pirsîLi gorî daxuyaniya Dayikên Şemiyê, serlêdanên fermî yên derbarê çarenûsa Hayrettin Eren de, ku heşt şahidan gotiye wan ew di binçavan de dîtiye, bê encam hatin hiştin. Komê xwest ku lêpirsîna dosyeyê ji nû ve were kirin.
- PKKê nasnameya 8 endamên xwe yên ku di şerên bi artêşa Tirk re jiyana xwe ji dest daye eşkere kirLi gorî daxuyaniya HPGê, heşt şervanên ku jiyana xwe ji dest daye ji bajarên cuda yên Rojhilatê Kurdistanê bûn. Nasnameyên wan piştî kongreya ku PKKê tê de biryara hilweşandina xwe dabû, ji raya giştî re hatin eşkerekirin.
- Li Dîlokê otobuseke geştê û kamyonek li hev ketin, 20 kes birîndar bûnHat ragihandin ku 20 birîndarên qezayê, ku 3 ji wan bi giranî birîndar in, hatin birin nexweşxaneyan. Her wiha hat ragihandin ku ajokarê kamyonê hat binçavkirin û lêpirsînek hat destpêkirin.
- Mîrata gastronomiyê ya Amedê bi keda jinan tê nasandinLi gorî Ercan Alpay, di pêşangehê de heft komên hevgirtinê yên jinan berhemên xwe pêşan didin û pênc bernameyên atolyeyê yên cuda têne lidarxistin.
- Serokê YENÎ Partî Ozgur Ozel biryara li ser komisyonê ragihandLi gorî Ozel, partiya wî endam neda komisyonê, ji ber ku di rewşeke wisa de gavên demokratikbûnê nehatine avêtin: tayînkirina qeyûman berdewam dike û biryarên dadgehê nayên cîbicîkirin.
- Hat ragihandin ku şandeya DEM Partiyê dê here ÎmraliyêHat gotin ku endamên şandeyê dê li giravê bi rêberê PKKê Abdullah Ocalan re bicivin.
- Recep Tayyip Erdogan: Pêvajoya Tirkiyeya bê Teror projeyeke dewletê yeLi gorî Erdogan, Tirkiye nêzîkî qonaxa çareserkirina pirsgirêka terorê ya nîv sedsalî bûye. Erdogan tekez kir ku divê ev pêvajo nebe qurbana hesabên kesane.
- Di lêpirsîna HEVBENDÎyê de 4 siyasetmedaran li dozgeriyê bi Kurdî îfade danNûnerê PÊLKURDê Fuat Onen (Fuat Önen) li emniyetê îfade neda. Wî bi vî awayî protesto kir ku polîs bi şikandina derî ketin mala wî û wan kelemçe li paş destên wî xistin. Sedema wî di zabitê de hat tomarkirin.
- Di Operasyona HEVBENDÎyê de 14 siyasetmedarên Kurd hatin şandin dadgehêOperasyon li şeş bajaran, di serî de li Amedê, hatin kirin. Serokê Giştî yê PSKyê Bayram Bozyel û Alîkarê Serokê Giştî yê PSKyê Hasan Dagtekîn jî di nav kesên desteserkirî de bûn.
- Erdogan: Pêvajoya fonê bi awayekî şefaf tê birêvebirinLi gorî agahiyên ku Erdogan dane, ji 455 hezar û 758 veberhêneran, herî kêm dayînek ji 444 hezar û 987an re hatiye kirin û bi giştî nêzîkî 161 milyar lîre hatine veguhastin.
- Li Amedê pêşangeha gurme bi beşdariya 172 şirketên ji 62 parêzgehan vebûLi gorî agahiyên ku Serokê Meclisa Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) Şeyda Arslantaş dan, par zêdetirî 370 hezar kesan serdana pêşangehê kir.
- Tuncer Bakirhan: Sekreteryaya Abdullah Ocalan hat xurtkirinLi gorî Bakirhan, di vê pêvajoyê de ku çek bêdeng bûn û pevçûn bi dawî bûn, qonaxa sêyem berdewam e û pêvajo gihîştiye ber deriyê qonaxa çarem.
- DEM Partiyê ji bo girtiyên nexweş çalakiyeke rûniştinê ya bêdem ragihandDEM Partiyê û rêxistinên mafan xwest ku mafê dermankirinê yê girtiyên nexweş were misogerkirin û astengiyên li pêşiya berdana wan werin rakirin.
- Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dêrsimê eşkerekirina cihên goran xwestPlatforma Ked û Demokrasiyê ya Dêrsimê daxwaz kir ku biryara darvekirinê, cihên goran û cihê kesên windabûyî ji raya giştî re werin eşkerekirin.
- Serokê Giştî yê PSKyê Bozyel di pirsgirêka kurd de rêya aştiyane parastLi gorî Bozyel, kesên ku bertekên tund li hember Hevpeymaniya Neteweyî ya Kurdistanê nîşan didin, nûnertiya piraniya gelê Tirkiyeyê nakin û gefên li ser pêşengên hevpeymaniyê handana komkujiyê ne.
- Partiyên kurd li dijî Umit Ozdag gilînameyê amade dikinSerokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel diyar kir ku Ozdag bi zimanê jenosîd û mirinê wan tehdît dike û çarenûsa Şêx Seîd û Seyîd Riza li benda wan jî ye.